​​​​​​​Ciwanên Qamişlo berxwedana gerîla silav kir

Li Qamişlo, bi dehan ciwan bi xwepêşandaneke bi erebeyan êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê şermezar kir. Her wiha berxwedana gerîla silav kir.

​​​​​​​Ciwanên Qamişlo berxwedana gerîla silav kir
25 nîsan, 2022   09:45
QAMIŞLO

Bertekên li dijî êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin.

Li navenda bajarê Qamişloyê bi dehan ciwan bi xwepêşandaneke bi erebeyan nerazîbûn nîşanî êrişan da û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.

Gera bi erebeyan ji çerxerêya Osman Sebrî ya li rojavayê bajar ber bi çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a taxa Enteriyê ve dest pê kir. Di wê navberê de diruşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê hatin şermezarkirin.

Ciwanan piştgiriya xwe ji bo pêngava seferberiya giştî ya ku KCK'ê bangî wê kiriye, nîşan da.

ANHA