​​​​​​​Kêmkirina ava çemê Firatê digihîje rêjeyeke metirsîdar

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm kir, li ser malperên medyaya dijîtal wêneyek hate parvekirin ku kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê nîşan dide.

​​​​​​​Kêmkirina ava çemê Firatê digihîje rêjeyeke metirsîdar
25 nîsan, 2022   10:44
KOBANÊ

Ji 27`ê Çileya 2021`an de dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji ava çemê Firatê kêm dike û avê wek çekekê bi kar tîne. Li herêmê û bi taybet li herêmên li qiraxên çemê Firatê, ji ber daketina rêjeya ava çemê rewşeke metirsîdar heye.

Li ser malperên medyaya dijîtal wêneyeke çemê Firatê ji nêzî pira li bajarokê Şêxler a Jorîn a nêzî bajarê Cerablusê, hate parvekirin ku tê de xuya dibe rêjeya avê çend metreyan daketiye.

Ji ber xetereya wî cihî û hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ajansa me nikarî xwe bigihîne wê herêmê û vî wêneyî piştrast bike. Lê belê bi dehan şîroveyên li ser wêneyê hatine kirin, rastiya wêne piştrast dikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê, aloziyeke mezin a ava vexwarinê, kehrebeyê û avdana erdên çandiniyê heye.

(cx)