​​​​​​​Welatiyên Ereb ên Şêxmeqsûdê nerazîbûn nîşanî siyaseta birçîkirinê da

Welatiyên Ereb siyaseta birçîkirinê ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  dimeşîne, şermezar kirin.

​​​​​​​Welatiyên Ereb ên Şêxmeqsûdê nerazîbûn nîşanî siyaseta birçîkirinê da
25 nîsan, 2022   04:11
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Hikumeta Şamê ji destpêka meha Nîsanê ve nahêle madeyên xwarinê, derman û sotemenî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Ji ber vê yekê jî firne nema dixebitin û nan qut bûye.

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike ne nû ye. Lê belê ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve dest pê kiriye. Ev yek jî bandoreke neynî li jiyana zêdetirî 200 hezar kes (31 hezar malbat), dike.

Di vê çarçoveyê de welatiyên Ereb ên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ANHA`yê re behsa heqareta ku rastî wan tê kir dema ku berê xwe didin firneyên li herêmên hikumeta Şamê da ku nan peyda bikin,

'DIVÊ GEL WEKE KAXEZA ZEXTÊ JI BO ARMANCÊN SIYASÎ NEYÊ BIKARANÎN'

Welatiyê bi navê Mistefa Mehmûd li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd dijî destnîşan kir ku madeya sereke ku berdewamiya jiyanê ye ji destpêka meha Remezanê ve qut bûye û wiha axivî: "Nan li her du taxan tune ye, hikumeta Şam nahêle barhilgirên ard derbas bibin."

Mistefa Mehmûd bang li hikumeta Şamê kir ku pêwîstiyên şêniyan di dozên siyasî bikar neyne û wiha got: "Divê gel weke kaxezeke zextê ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn. Ji ber şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji gelê Sûriyê ne."

'ME TENGAV DIKIN'

Welatiya bi navê Fatma Rifet Elî jî îşaret pê kir ku pêwîste ard derbasî taxê bibe û ev tişt anî ziman: "15 roj in em bê nan, derman û gaz in. Em ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar mane. Hikumeta Şamê derfetê nade ku madeyên sereke derbasî taxa me bibe."

Fatma Rifet destnîşan kir ku şênî neçar dimînin ku berê xwe bidin herêmên hikumeta Şamê da ku di vê meha pîroz de nan bikirin û wiha pêde çû: "Di van rojan de em neçar dimînin ku ji saetên berbanga sibê ve berê xwe bidin firneyên herêma hikumeta Şamê da ku nan peyda bikin. Dema em berê xwe didin herêmên wan da ku pariyê jiyana xwe peyda bikin, em teng tengavkirin. Dibêjin hûn şêniyên Şêxmeqsûdê ne û bi rêbazên xirab dibêjin çima hûn têne vir."

'DERMAN JÎ TUNE YE'

Mihemed Yûsif piştrast kir ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo nan peyda bikin gelek zehmetiyan dibînin û got: "Ji saet 05:00`an ve ez şiyar dibim da ku berê xwe bidim herêma hikumeta Şamê da ku nan peyda bikin û ez di saetên nîvro de vedigerim."

Mihemed Yûsif anî ziman ku nexweşiya şekir û dil bi wî re heye, zehmetiyan di peydakirina dermanan de dibîne, ji ber hikumeta Şamê nahêle derman jî derbasî her du taxan bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez di peydakirina dermanên xwe zehmetiyan dibînim. Divê hikumeta Şamê ambargoyê ji ser her du taxan rake."

(bx)

ANHA