Malbatên Şehîdan ên Girê Spî êrişên li dijî Kobanê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Kobanê şermezar kir û banga hevgirtinê li gel kir.

Malbatên Şehîdan ên Girê Spî êrişên li dijî Kobanê şermezar kir
23 nîsan, 2022   10:59
EYN ÎSA

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Kantona Girê Spî Şaha El-Esaf ve hate dayîn û bi dehan endamên komîte û saziyên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşdarê bûn.  

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de topbarana dewleta Tirk a dagirker duh li ser taxên bajarê Kobanê, şermezar kir ku di encamê de welatiyên bi navê Fîras Mihemed û Ferhad Hisên birîndar bûbûn û ziyanên madî gihîştibûn milkên welatiyan.

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li civaka navneteweyî û hêza garantor Rûsya kir ku li dijî van sûcan, bikeve tevgerê.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniya xwe de teqezî li ser hevgirtina gelên Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk û valaderxistina hewldanên wê yên derbkirina yekitî û aramiya herêmê, kir.

 (dx)

ANHA