Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Reqayê îro bi dirûşma "Di sala serkeftinê de li dijî xwînmijên serdemê werin cenga azadiyê", li dijî êrişên hevpar ên artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
Şêniyên Reqayê êrişên artêşa Tirk û PDK`ê şermezar kirin
23 nîsan, 2022   10:53
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li başûrê Reqayê kom bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rakirin.

Xwepêşandêr ber bi Çerxerêya Saetê ya li naverasta Reqayê çûn û sloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Li Çerxerêya Saetê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Elî El-Qasim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em derbasî qonaxeke nû ji Şerê Cîhanê yê Sêyem dibin, lewma hemû aliyên herêmî û cîhanî li hesab û têkiliyên xwe vedigerin, ji ber ku şerek di navbera hêzan de heye.

Di serî de gel bûne qurban, kiryarên ku dewlet li Rojhilata Navîn pêk tînin û bi taybet dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê ya dîktator, her wiha PDK`ê ya xayîn û ajan, komployeke nû li dijî gelê herêmê ye. Êrişên dawîn yên li ser Şengal û Kobanê û herêmên din mînaka vê yekê dide xuya kirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên hevbeş ên dewleta Tirk û PDK`ê yên li dijî gelê herêmê, gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca şikandina vîna gelê herêmê ye û parastina berjewendiyên partiyetî û malbatî ne.

Di dewma daxuyaniyê de hate êriş û komployên li dijî gel û şervanên azadiyê tên kirin, hatin şermezarkirin û hat gotin: “Em bang li partiyan, gel û kesên xwedî wîjdan, nexasim ciwanan dikin ku li hemberî van komployan serî hildin. Wekî ciwan em ê li dijî êrişên hovane tê bikoşin û tola şehîdan hilînin."

Xwepêşandan bi sloganên "Na ji dagirkeriyê re, bijî rêber Abdullah Ocalan û bimire faşîzma Erdogan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA