Mihemed Şahîn: Li hemberî êrişên li ser Kurdistanê berxwedana topyekûn pêwîst e

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku ji bo sekinandina li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên mêtîngeriyê, rêya yekane hevgirtina gelan e. Şahîn bang li hevkarên dagirkeran kir ku dev ji wan siyasetan berdin.

Mihemed Şahîn: Li hemberî êrişên li ser Kurdistanê berxwedana topyekûn pêwîst e
23 nîsan, 2022   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Şahîn Mihemed duh tev li bernameya taybet a ANHA`yê bû û têkildarî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurdistanê û hedefgirtina Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir.

Mihemed Şahîn di destpêka axaftina xwe de got: “Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve û ruxmî lihevkirinnên agirbestê bi Rûsyayê re ji 2019`an ve, lê dewleta Tirk êrişên xwer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û jîngeh jî kirin hedef.”

Şahîn, êrişên li dijî gundên Kobanê wek planeke giştî ya dagirkeriya Tirk li ser erdnîgariya Kurdistanê bi nav kir û got: “Dewleta Tirk ji dagirkirina rasterast, dest bi plana dagirkirina hêdî kir. Ew hewl dide ewlehî û armaiya li herêmê têk bibe û dixwaze welatiyan bide koçberkirin.”

Der barê koordîneya bi dewletên çalak ên li herêmê re, Şahîn bêdengiya wan û hevkariya wan bi Tirkiyê re di vê hemelya qirkirinê de ya li dijî gelê Kurdistanê şermezar kir û got: “Gelê Kurd ji bo pêkanîna demokrasiyê li herêma Rojhilata Navîn tê dikoşe. Ji ber wê dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî wî zêde kir. Dewleta Tirk dixwaze fikr û projeyên demokratîk ên li Rojhilata Navîn tune bike.”

Mihemed Şahîn her wiha diyar kir ku berjewendiyên hevpar bingeha têkiliyên di navbera dewletan de ye û wiha pê de çû: “Rûsya hewl dide Tirkiyê bi aliyê xwe ve bikişîne û ji NATO`yê dûr bixe. Amerîka jî, naxwaze Tirkiyê di Rojhilata Navîn de aciz bike nexasim dosyaya Sûriyê da ku rê li pêşiya van hewldanên Rûsyayê bigire.” 

Der barê êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî de, Şahîn got: “Ji bo me rêya yekane û ya herî guncaw ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna demokrasî û azadiyê, piştgiriya gel û berdewamkirina têkoşînê ye.”

Şahîn daxuyand ku dewleta Tirk ji tecrubeyên xwe yên berê û binekeftina xwe di tunekirina gelê Kurd û hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê, ders negirtiye.  

Şahîn got PDK di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, şirîkê sereke yê dewleta Tirk a dagirker e.

Mihemed Şahîn wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Tevî hevkariya hin hêzên kurdî bi Tirkiyê re di êrişên li dijî gelê Kurd de, lê em di wê baweriyê de ku dê bi bin keve.”

Şahîn bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku li hember dagirkeriya Tirk bibin yek û hemelya qirkirinê têk bibin û wiha domand: “Divê gelê Kurd li hember êrişên dagirkeriyê û xeta xiyanetê bi hemû rêxistin, sazî, partî û hêzên xwe yên leşkerî bibin yek.”

Şahîn bang li hevkarên dewleta Tirk a dagirker kir ku ji siyasetên şaş dûr kevin.

Der barê hedefgirtina Kobanê de Şahîn got dewleta Tirk dixwaze tola xwe ji Kobanê hilîne ku piştî têkbirina DAIŞ`ê li cîhanê bû sembola berxwedanê.

(şx)

ANHA