Di şerê komên çekdar ên Lîbyayê de kuştî û birîndar çêbûn

Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê ragihandin ku li rojavayê paytexta Lîbya Trablusê di navbera komên çekdar de şerekî dijwar rûdaye û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Di şerê komên çekdar ên Lîbyayê de kuştî û birîndar çêbûn
23 nîsan, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku îro li herêma El-Şurefa ya li bajarê El-Zawiyê yê rojavayê paytexta Lîbya Trablusê, di navbera komên çekdar de şer rûdaye. Yek ji wan koman bi navê “Hêza Piştgiriya Destûrê” ye û alîgira serokê hikumeta dema wê bi dawî bûye Ebdulhemîd El-Debîbe ye.

Li gorî tora El-Erebiyê, di şerê çekdaran de kuştî û birîndar çêbûne.

(dx)