​​​​​​​Balafirên nenas li asîmanê Til Temirê digerin

Balafireke şer û balafireke bê mirov a bi çek li asîmanê navçeya Til Temirê û eniyên şer digerin.

​​​​​​​Balafirên nenas li asîmanê Til Temirê digerin
23 nîsan, 2022   09:25
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku nêzî saetekê ye balafireke şer û balafireke bê mirov a bi çek li ser navçeya Til Temirê û gundên wê yên li eniyên şer digerin.

Tê texmînkirin ku balafirên li asîmanê herêmê digerin ên dewleta Tirk a dagirker in.

ANHA