Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî welatiyek revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyekî ji gundê Şikato yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî welatiyek revand
23 nîsan, 2022   07:50
ŞEHBA

Çavkaniyeke ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Mihemed Kaso yê ji gundê Şikato revandiye û biriye cihekî ne diyar.

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografyayê û koçberkirina şêniyên resen ên Efrînê sûcên revandinê li dijî şêniyan pêk tîne.

(eh)

ANHA