Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê tevgereke siyasî ya ciwanan ava bû

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa siyasî li Siwêdayê, kar û barên Lîbya û Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê tevgereke siyasî ya ciwanan ava bû
23 nîsan, 2022   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

`LI SIWÊDAYÊ TEVGEREKE SIYASÎ HAT AVAKIRIN`

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rojeva Sûriyê de wiha nivîsî: “Bi dehan çalakgerên li Siwêda ya başûrê Sûriyê tevgereke siyasî ya ciwanan ava kir. Li gorî berpirsên tevgerê, ji dema ragihandina avakirina tevgerê di Adarê de 46 xort û keçên ciwan yên zana û çalakvanên civakî cihê xwe tê de digirin.

Damezrînerekî tevgerê diyar kir ku neserxwebûna dadgehê, hegemoya saziyên ewlehiyê li ser biryara Sûriyê û dadgehê, tunebûna edaleta civakî, ji sedemên aloziya Sûriyê, tunebûna jiyana siyasî û rêxistinî li welêt in.

Her wiha diyar kir ku damezrînerên tevgerê li hundir Sûriyê kar dikin. Niha di pêvajoya lihevkirinên bi hêzên siyasî yên çalak re ye çi yên alîgir an jî muxalif. Armanc jê, avakirina hêzeke siyasî ye ku diyalogê û qebûlkirina aliyê din esas digire. Piştre dê dest bi avêtina gavên çalak were kirin. Heman çavkanî diyar kir ku ev tevger ji aliyê endamên wê, çavdêran û alîgirên wê bi erênî hatiye nirxandin. Tevgera nû gelek beşên civakê yên xwedî nêrînên siyasî yên cuda hemêz dike.”

MÎLÎSÊN LÎBYAYÊ XWE DÛRÎ NAKOKIYÊN BAŞAXA Û EL-DEBÎBE XISTIN

Girêdayî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Mîlîsên li Lîbyayê hewl didin xwe ji aloziya di navbera serokwezîr Ebdulhemîd El-Debîbe û serokê hiukumeta istiqrarê ya nû Fethî Başaxa de bidin alî. Ew mîlîs naxwazin bûyerên berê careke din dubar bibin û naxwazin beşdarî şerekî nû bibin ku encamên wê ne diyar in.

Li gorî çavdêran, gelek sedemên vê helwesta mîlîsan hene, jê ew bi fikar in ku ev şer zirarê bigihîne berjewendiyên wan. Li rex wê jî helwesta navneteweyî li hember vê rewşa nû ne zelal e.”

ÎNSIYATÎFEKE EREBISTANA SIÛDÎ Û FRANSA JI BO LUBNANÊ

Têkildarî kar û barên Lubnanê jî rojnameya El-Beyan nivîsî: “Ji hilbijartinan re nêzî 3 hefteyan maye. Li Lubnanê însiyatîf û alîkariyên yekser ên ji bo lubnaniyan e tên çaverêkirin, di sêrî de Fona Fînanseyê ya Erebistana Siûdî-Fransa ya ji bo fînansekirina projeyên mirovî, geşepêdan û perwerdehî li Lubnanê bi lêçûna 72 milyon euro. Dibe ku ev lêçûn bigihîne 100 milyonî.

Li gorî agahiyan, serdana balyozê Erebistana Siûdî Welîd El-Buxarî ya Qesra hikumetê, di çarçoveya amadekariyên destpêkirina mekanîzmayên vê însiyatîfê de beriya cejna Remezanê pêk hat.”

(şx)