Dagirkeriya Tirk êrişî navçeya Til Rifetê dike

Hemwextî amadekariyên şêniyên kantona Şehbayê ya lidarxistina xwepêşandanê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji vê sibehê ve navenda navçeya Til Rifetê hedef digirin.

Dagirkeriya Tirk êrişî navçeya Til Rifetê dike
23 nîsan, 2022   07:08
ŞEHBA

Nûeçgihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji vê sibehê ve ji bajarên Ezaz û Mari yên dagirkirî navenda navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê bi dehan topan hedef digire.

Êrişa li ser navçeyê hemwextî amadekariyên şêniyan ên lidarxistina xwepêşandanê ku tê payîn saet 11:00`an dest pê bike, pêk tê. Xwepêşandan wê li navçeya Ehdas a Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên hevpar ên dagirkeriya Tirk û PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.

Ji 17`ê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker tevî Paritya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirinê dane destpêkirin. Di heman demê de dagirkeran êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kobanê, Şehba, Zirgan û Til Temirê jî zêdetir kirine.

(cx)

ANHA