Ebdî: Tirkiyê gefan li ewlehiya herêmê dixwe û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî got, Tirkiyê bi êrişên xwe, peymanên navneteweyî yên ku bi dewletên garantor re îmze kiriye, bin pê dike û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike.

Ebdî: Tirkiyê gefan li ewlehiya herêmê dixwe û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng dike
22 nîsan, 2022   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê postek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Mezlûm Ebdî got:

"Tirkiyê binpêkirina peymanên navneteweyî yên ku bi dewletên garantor re li herêmên me îmze kiriye, didomîne.

Êrişa li ser Kobanê, hedefkirina sivîlên bêguneh, qetilkirina kesayetên rêveber bi balafirên bê mirov provokasyon in ku gefan li ewlehî û aştiyê dixwin, her wiha operasyonên li dijî DAIŞ'ê asteng dikin."

ANHA