​​​​​​​Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk û PDK'ê da

Malbatên şehîdan Rojavayê Kurdistanê piştî xwarina firata ji aliyê nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hatî dayîn êrişên dewlet aTirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezarkirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişên dagirkeriyê pêk tîne.

​​​​​​​Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk û PDK'ê da
22 nîsan, 2022   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo malbatên şehîdên Rojavayê Kurdistanê xwarina fitarê da. Piştî fitarê Xelîl Efrîn derbarê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de axivî.

Piştre jî malbatên şehîdên Rojavayê Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Nalîn Misto ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk bi awayek geke hovane êrişî Girê Reş, Zap, Metîna û Avaşînê kir. Ev êrişane piştî serdana Mesrûr Barzanî û civîna wî ya li gel Erdogan pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya eşkere ya PDK’ê van êrişan dike. Armanca wê ewe ku zêdetir Kurdistanê parçe bike. Nakokiyên di nava Kurdan de kûrtir bike.”