​​​​​​​Li Serêkaniyê di navbera çeteyan de şer derket: Kuştî û birîndar hene

Li Serêkaniyê ya dagirkirî di navbera komên çete de şerekî giran derket. Tê gotin kuştî û birîndar hene.

​​​​​​​Li Serêkaniyê di navbera çeteyan de şer derket: Kuştî û birîndar hene
22 nîsan, 2022   20:15
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji Serêkaniyê, hemwextî ku waliyê Dîlokê gihişt Serêkaniyê ya dagirkirî, li taxa Hewarna di navbera çeteyên koma "Tevgera Saîron" û çeteyên ''Hemzat'' de şerekî dijwar rû da. Piştre şer li tevahî taxên bajar belav bûn, tê de hemû çek hatin bikaranîn.

Heman çavkanî da zanîn ku di encama wî şerî de, kuşt ji her du aliyan hene û zêdetirî bi dehan birîndar bûn. Her wiha sivîl jî hene.

Dûvre hêzên dewleta Tirk a dagirker tank û panzêr birin ku şer. Lê nikarîn rewşê kontrol bike.

 Şer berdewam e.

(fr)

ANHA