​​​​​​​Çiyayê Asos yê Başûrê Kurdistanê hat bombekirin

Rojnewsê ragihand ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Asos bombebaran kiriye û li herêmê liv û tevgera balafiran dewam dike.

​​​​​​​Çiyayê Asos yê Başûrê Kurdistanê hat bombekirin
22 nîsan, 2022   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker di saet 10:05’an Çiyayê Asos yê dikeve Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Hate ragihandin ku dengê du teqînên mezin hatiye bihîstin. Heya niha liv û tevgera balafirên şer ya ser herêmê dewam dike.

(cx)