​​​​​​​Rêxistinên Yaresanan banga derketina li dijî dagiker û xwefiroşan kir

2 rêxistinên Yaresanan têkildarî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar da û gotin: “Ev êrişane careke din vê pêwîstiyê nîşan dide ku divê raya giştî û gelên azadîxwaz li dijî vê dagirkerî û xwefiroşiyê rabin ser piyan.”

​​​​​​​Rêxistinên Yaresanan banga derketina li dijî dagiker û xwefiroşan kir
22 nîsan, 2022   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Yaresanan û Rêxistina Yarî ya Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya malbata Barzanî ya bi dagirkerên Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şerxwazî, dagirkerî û faşîzma Neo-Osmanî ya li dijî gelê Kurd û gelên cîhanê careke din li ser kar e û hate ziman, “Rejîma faşîst a Tirkiyê êvara roja 17’ê Nîsana 2022’an bi hevkariya xwefiroşan pêleke nû yên êrişên berfireh ên hewyî û bejahî li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Di vê pêla êrişan de dewleta navendî ya Iraqê jî bi rengekî bê şerm ne tenê çavê xwe li vê dagirkeriyê girtiyê, di heman demê de bi xwe jî ji eniyeke din can, hebûn û niştîmana Kurdan kiriye armanca êrişên xwe û li Şengalê êrişî pergala siyasî ya Kurdên Êzidî kiriye. Ev êrişane careke din vê pêwîstiyê nîşan dide ku divê raya giştî û gelên azadîxwaz vê rastiyê bibînin û li dijî vê dagirkerî û xwefiroşiyê rabin ser piyan.”

Di dewama daxuyaniyê de ku bi berfirehî behsa siyasetên Erdogan ên vejandina xelafeta Osmanî û di vê çarçoveyê de bikar anîna çeteyên DAÎŞ’ê yên dijî Îslam û di roja îro de bikar anîna malbata Barzanî hatiye kirin û hatiye gotin, “Li kuderê li dijî gelê Kurd êriş pêk bê, tê dîtin ku rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê jî li heman cihî amade ne.”

Di beşek din a daxuyaniyê ku bi hûrgulî balê dikişîne ser çawatî û armanca êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya hêzên îstîxbaratî û leşkerî yên PDK’ê çeteyên “roj” li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin û hate gotin, “Gelê Kurd di vê pêvajoya hestiyar de divê xwe rêxistinkirin û berxwedaniyê mîna her demê bi erkê xwe bizane û weke gelek carên pêşî dagirker û xayinan bin bixîne û wana li ser cihê wan bide rûnişkandin.”

Di dawiyê de jî her du rêxistinên Yaresanî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê li hemberî Başûrê Kurdistanê pêk tîne û êrişa hêzên artêşa Iraqê ya li ser Xwerêveberiya Şengalê şermezar kirin û destnîşan kirin, “Em tekez dikin ku faşîzm, dagirkerî, xiyanet û siyaseta pêşxistina xwefiroşiya Kurdan di dîrokê de ti carê bi ser neketiye û bê guman wê vê carê jî artêşa Tirk a dagirker û caşên pêre li çiyayên azad û bilind ên Kurdistanê bi erdê bikevin û wê bi şermezariyê ji wê derê werin qewitandin. Ji ber ku gelê me pişît ev qas sal berxwedaniyê gihîtiye vê encamê; yekane rêya serkeftinê berxwedan e.”