Şêniyên Tirbespiyê sersaxî da malbata şehîd Nalîn Dirêî

Şêniyên navçeya Terbespiyê sersaxî ji malbata endama Yekîneyên Parastina Jin- Şengal şehîd Nalîn Dirêî re xwestin û teqezî bi girîngiya şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê kirin.        

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî da malbata şehîd Nalîn Dirêî
22 nîsan, 2022   11:57
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Terbespiyê ya kantona Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Nalîn Dirêî û sersaxî da malbata şehîd.

Konê sersaxiyê li ber mala şehîd ya li Kolana Siyahî ya Tirbespiyê hate vedan û bi wêneyên rêber Ocalan û şehîd Nalîn hat xemilandin.        

Di merasîma sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Cewahêr Îbrahîm wiha axivî: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), qirkirina Kurdan û şerê li dijî ramanê demokratîk li Rojhilata Navîn e". Cewahêr Îbrahîm teqez kir ku divê hay ji xetereya vê qonaxê hebe û xeta xiyanetê wee teşhîrkirin.

Endamê PYD'ê Fesîh Hisên jî destnîşan kir ku beşdarbûna PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, îxaneta PDK'ê carek din radixe pêş çavan.

Ji Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî soza bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna serketinê da û diyar kir ku hevgirtina gelên herêmê û piştgiriya wan ji hêzên leşkerî re buhara gelan temsîl dike.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Piştre bavê şehîd Nalîn, Ehmed Dirêî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xeyalên şehîdan da û bang li gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên têkbirina îradeya gelan yekitiya xwe ava bikin.

Şehîd Nalîn Dirêî (Feraşîn Metîna) di 19'ê Nîsanê de li herêma Şêlo ya girêdayî Xanasorê ya Şengalê şehîd bûbû.

(dx)

ANHA