‘Divê hemû hêzên kurdistanî li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin’

Komîsyona Hemahengiya Çepgir a Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku “Divê hemû hêzên kurdistanî li dijî êrişên Tirkiyê xwedî helwest bin.”

‘Divê hemû hêzên kurdistanî li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin’
19 nîsan, 2022   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hemahengiya Çepgir a Kurdistanê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin: “Bêhelwestiya hikumeta Herêmê û Iraqê ya li beramberî êrişan wek lawaziya wan bi nav dikin. Divê her du hikumet xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin, erkên xwe yên fermî yên ji bo parastina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê bi cih bînin.”

Di daxuyaniyê de ku Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê daye, hate diyarkirin ku divê Neteweyên Yekbûyî û welatên serdest li dijî destwerdanên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin ku ev êriş û destwerdan dibin sedema têkbirina aramiya herêmê.

Di dawiyê de jî bang li hemû partî û rêxistinên kurdî hat kirin ku li dijî destwerdan û dagirkeriya Tirk helwesteke zelal nîşan bidin.