Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga seferberiyê kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ên herêmên Cizîr, Firat û Efrînê bi daxuyaniyeke hevbeş banga seferberiyê kir û got divê gelê Kurd dakeve qadan û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî gerîla û gelê Kurd şermezar bikin.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga seferberiyê kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga seferberiyê kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga seferberiyê kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga seferberiyê kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga seferberiyê kir
19 nîsan, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ên herêmên Cizîr, Firat û Efrînê têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê yên li dijî gerîla û gelê Kurd û êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê, îro daxuyaniyek da.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Vînda El-Hac û Evîn El-Hac daxuyaniya meclisê xwend. Daxuyanî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Qamişloyê hat xwendin. Hevseroka Akademiya Şehîd Amîkhan Cûdî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ronahî Heco daxuyaniya meclisa ya herêma Firatê xwend.

Bi dehan endamên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li ber navenda meclisê ya li gundê Til Qirahê yê navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn. Beşdaran cilên li ser ‘Na ji tecrîdê re, azadiya Serok azadiya me ye’ li xwe kirin.

Endamên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hêvî Îsmaîl û Menal Şêxo daxuyaniya meclisê ya herêma Efrînê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em ji komployên li dijî gelê me yê Kurdistanê pêk tên, bi fikar in. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên gelê me têk bibe. Hemleya di vê dawiyê de li dijî gerîla dest pê kiriye, PDK tê de hevkar e. Dewleta Tirk bi rêya lihevkirinên veşartî bi hikumeta Kazimî re ku êrişî Şengalê kir, dixwaze vîna gelê me tune bike.

Di dîrokê de bi rêya Peymana Sykes-Picot gelê me ji mafên xwe yên rewa û avakirina dewleta xwe ya neteweyî mîna gelên din bê par ma. Di vê serdemê de jî diyar kir ku hêzên hegemonîk nexşeyên nû xêz kirine û plan kirine ku Kurd bi kuştin û wêraniyê re rû bi rû bimînin û mafên wî nas nekin.

Em bang li Kurdan dikin ku seferber bin û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk dakevin qadan. Dewleta Tirk bi rêya çekên xwe vîna gelan dike hedef. Lê ev hewldanên wê li hember berxwedana gerîla bi ser nakevin ku bedewtirîn destanên lehengiyê û fedakariyê dinivîsin.  

Em hemû peymanên di navbera hikumetên Kazimî û dewleta Tirk de pêk hatine, şermezar dikin. Ew îradeya gelê me yê Şengalê dike hedef, ku bi dehan salan e hewl dide ji êşên xwe xilas bibe û birînên xwe derman bike. Gelek ferman li dijî wî pêk hatin, herî dawî DAIŞ`ê bi navê îslamê şerê Şengalê û gelê wê kir û kuştina wan helal kir.

Ev êriş li dijî tecrubeya pêşeng a parastin û xwebirêvebirinê ye. Gelê me dixwaze di hemû aliyan de xwe bi rê ve bibe piştî ku bi kuştin û koçberiyê re rû bi rû bû.

'GERÎLA DÊ BI SER BIKEVE'

Divê hêzên siyasî yên Kurdistanê erkên xwe bînin cih, ji ber ku çi bi ser Şengalê de were dê bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê bike. Armanca komplogeran, di sêrî de dewleta Tirk û hevkarên wê, dorpêçkirina Rojava û parçekirina Kurdistanê ye da ku bi hêsanî siyasetên xwe yên kirêt li ser bimeşînin.

Ji bo parastina mîrasa şehîdên xwe, aramî û rizgarkirina cihên pîroz ji destên faşîzma Tûranî, em ê bi hev re di yek xendekê de xewna dîrokî ya gelê Kurdistanê di azadî û xwerêvebirinê de pêk bînin.           

Em bang li hemû mirovperweran dikin ku alîkariya gelê Şengalê bikin û rê nedin komkujiyên din li dijî gelê aştîxwaz ê li ser axa bav û kalan dijîn, pêk werin. Em di wê baweriyê de ne ku îradeya gerîla wê li hember Erdogan û hovîtiya wî bi ser bikeve û wekî her car ew dê têk biçin û gerîla dê ser bikeve mîna ku soz daye me."       

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x5PDxySgzrQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EAo_4tnob7c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>