PYD`ê bang li hikumeta Iraqê kir ku rê li dewleta Tirk bigire

PYD`ê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna li dijî civaka êzidî derdikeve, biryarên cidî li hember dewleta Tirk bistîne ya ku axa Başûrê Kurdistanê dagir dike.

PYD`ê bang li hikumeta Iraqê kir ku rê li dewleta Tirk bigire
19 nîsan, 2022   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên artêşa Iraqê li dijî bendên kontrolê yên Asayîşa Êzîdxanê daxuyanî da.

Daxuyaniya PYD`ê wiha ye:

“Di gaveke xeternak de, duh êvara duşemê hemwextî avakirina dîwar di navbera Rojava û Şengalê de bi armanca parçekirina herêmê, artêşa Iraqê êrişî Yekîniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Êzdîxan li hinek deverên Şengalê kir da ku wan Xanesor, Sinûnê, Doko, navenda Dokor, Geliyê Şilo û Sekîne kontrol bikin. Di encamê de şer derket û gelek sivîl birîndar bûn. 

Gelê me yê Êzidî yê ku bi dehan ferman û qirkirinan rû bi rû maye, xwe bi rêya berxwedanê û hêzên parastinê ji tevahiya qirkirinên parast ku DAIŞ û operatorên wê yên hêzên herêmî di serî de dagirkeriya Tirk pêk anîn. Ji ber vê yekê ji mafê civaka êzidî ye ku li Şengalê xwedî biryar be ku  xwe ji êrişan biparêze. Gûrkirina ji aliyê artêşa Iraqê ve, li dijî projeya demokratîk a li herêmê ye ku êzidiyan di oxira wê de berdêlên giran biha dan.

Em careke din bang li hikumeta Iraqê dikin ku bi gelê me yên Êzîdî li Şengalê li hev were û li hev bike û ji komployên hêzên herêmî mîna dewleta Tirk a dagirker dûr keve. Ji ber ku dewleta Tirk têkbirina ewlehiya herêmê armanc dike.  

Li şûna ku li dijî civaka êzidî derdikeve, li ser bingeha pêkanîna erka serdestiyê divê hikumeta Iraqê li hember dewleta Tirk biryarên cidî bistîne ku Başûrê Kurdistanê dagir dike û êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne.