Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê endamê Erka Xweparastinê şehîd Ehmed Uwêd li goristana Şehîd Dilşêr ya li gundê Digirê oxir kir.

Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin
Şehîdekî Erka Xweparastinê li Tirbespiyê hat oxirkirin
19 nîsan, 2022   11:18
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe dan Goristana Şehîd Dilşêr ya li gundê Digirê ya li rojavayê navçeyê da ku beşdarî merasima oxirkirina şehîd Ehmed Elyan Uwêd bibin. Endamê Erka Xweparastinê Ehmed Uwêd 16`ê Nîsanê dem ali ser erka xwe bû gihîşt asta şehadete.

Merasîna oxirkirinê bi sloganên dilsoziya bi şehîdan re dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Hec Ebdî Xelef axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê di oxira parastina herêmên xwe û parastina yekitiya xaka Sûriyê de, fedekariyên mezin da. Xelef teqez kir ku ew şopdarên riya şehîdan in.

Piştre wesîqeya şehadete hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Kurê apê şehîd Ehmed Uwêd, Macid El-Cerbûi jî axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û got: “Heta pêkanîna serkeftinê û afirandina jiyana bi rûmet, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Di dawiya merasîmê de cenazeye şehîd Ehmed Uwêd hate veşartin.

(cx)

ANHA