Li Şedadê êrişên qirkirinê yên êdewleta Tirk hatin şermezarkirin

Şêniyên herêma başûrê kantona Hesekê bi xwepêşandanekê êrişa hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê ya li dijî gerîla û gelê Kurd şermezar kir û piştgiriya xwe ji gerîla re teqez kirin.

Li Şedadê êrişên qirkirinê yên êdewleta Tirk hatin şermezarkirin
19 nîsan, 2022   08:27
HESEKÊ

Şêniyên navçeyên Şedadê, Erîşe, Mergede û bajarokê Îdan ên başûrê kantona Hesekê duh êvarê tev li xwepêşandanekê bûn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Şedadê li dar xistibû.

Tevgera Ciwanan bi armanca şermezarkirina êrişa hevbeşa a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan orgenîze kir.

Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û endamê Tevgera Ciwanan li pêşiya Meclisa Navçeya Şedadê kom bûn.

Xwepêşand ji pêşiya avahiya meclisa navçeyê dest pê kir û li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Şedadê rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fadil El-Hisên daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de PYD`ê hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker mîna her carê komkujiyên din li dijî xelkê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Îro jî çiyayê Zapê topbaran dike. Ev nîşaneya hovîtiya dewleta Tirk a faşîst e.”

Di daxuyaniyê de PYD`ê daxuyand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya berxwedanê li çiya, bajar û li her devera cîhanê dikin.

(şx)

ANHA