Li dibistaneke Kabûlê 3 teqîn pêk hatin

Polîsa Efganistanê ragihand ku li dibistaneke kuran ya li taxeke Hezare yên Şîa li paytext Kabûlê 3 teqîn pêk hatine û di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Li dibistaneke Kabûlê 3 teqîn pêk hatin
19 nîsan, 2022   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê polîsên Kabûlê Halîd Zadran li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn li taxa Deştî Barçî li dibistana Abdul Rahîm Şahîd pêk hatiye.

Berdevkê polîsan li ser teqînê got: "Bû sedema qurbaniyan di nava birayên me yên Şîa de". Lê tu detayên din têkildarî bûyerê parve nekirin.

Hate ragihandin ku teqîn, dema xwendekarên mêr ji polên xwe derdiketin rûdaye.

Serokê beşa hemşîreyan ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku herî kêm 4 kes hatine kuştin û 14 kes birîndar bûne.

Heta niha tu alî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.