Rojnameyên erebî: Rûsya amadekariya pêvajoyeke nû li Ukraynayê dike

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî bikaranîna komên sûrî ji aliyê Rûsyayê ve di şerê li Ukraynayê de, xitimîna siyasî li Iraqê û hilbijartinên Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsya amadekariya pêvajoyeke nû li Ukraynayê dike
Rojnameyên erebî: Rûsya amadekariya pêvajoyeke nû li Ukraynayê dike
Rojnameyên erebî: Rûsya amadekariya pêvajoyeke nû li Ukraynayê dike
19 nîsan, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

ÇEKDARÊN SÛRÎ DÊ TEV LI ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ BIBIN

Girêdayî rojeva Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Endamên Fireqeya Lîwa Suhêl El-Hesen jî tev li bi sedan çekdarên sûrî bûn yên ku li Rûsyayê perwerde dîtin û hate zanîn ku dê li rex hêzên Rûsyayê beşdarî şerê Ukraynayê bibin.

Xuya ye ku tenê hejmareke kêm gihaşiye Rûsyayê da ku di perwerdeyê re derbas bibin. Ruxmî ku rayedarên Kremlînê di destpêka şer de gotibû dê zêdetirî 16 hezar çekdar ji Rojhilata Navîn bi dildarî tev li şer bibin. Lê rayedarên amerîkî yên ku rewşa Sûriyê dişopînin diyar kirin ku heta niha ewqas çekdar tev li şerê li Ukraynayê nebûne.

Serokê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdurehman ragihand ku heta niha 40 hezar çekdar navê xwe di artêşa Rûsyayê de û 18 hezar jî di koma Fangir de navên xwe tomar kirine.

Li gorî Ramî Ebdurehman, di nav de 700 endamên firqeya El-Hesen ku bi navê Nimir tê naskirin di çend hefteyên dawîn de ji Sûriyê derketine da ku li rex hêzên Rûsyayê şer bikin.”

LI IRAQÊ LI ASOYAN ÇARESERÎ XUYA NAKE

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ruxmî bidawîbûna muhleta ku Muqteda El-Sadir daye hevrikên xwe yên Şîa nêzîk bûye jî, lê hîna jî nîşaneyên çareseriyeke siyasî li Iraqê xuya nakin. El-Sadir 40 roj wek dem da Çarçoveya Koordînekirî da ku hikumetê ava bikin. Lê dibe ku wî hevalbendiyên siyasî yên li Iraqê di ber çavan re derbas nekiriye ku hesas in û dibe ku di kijan kêliyê de bên guhertin.

Li gorî agahiyên ku ji demekê ve hatine belavkirin û li gorî tiştên ku serokê parlamentoyê yê berê Selîm El-Cebûrî eşkere kirine, Hevbendiya Serdestiyê yekemîn qurbanên xwedanaaliyekê ya El-Sadir e.

Li gel xwezaya tenik a hevbendiyên siyasî, xuyaye ku rewş dê heta bidawîbûna baltaneya cejna Remezanê û bidawîbûna dema xwedanaaliyekê ya El-Sadir wiha bimîne.”

LUBNAN.. PÊŞBIRKA DEMÊ YA DI NAVBERA 3 XETAN DE

Di rojeva Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Xuya ye ku rewşa hundirîn a Lubnanê xirab e, nexasim ku 3 xetên sereke li welêt hene; vegera balyozên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, pêkanîna hikumetê sozên ku dane Fona Diravî ya Navneteweyî û lidarxistina hilbijartinan.”

 (şx)