Rayedarên Iraqê: Em êrişên Tirkiyê tu carî qebûl nakin

Rayedarên Iraqê bertek nîşanî êrişên dagirkeriya Tirk li ser xaka Başûrê Kurdisatnê dan û êriş wekî “gefa berçav” bi nav kirin.

Rayedarên Iraqê: Em êrişên Tirkiyê tu carî qebûl nakin
19 nîsan, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokkomariya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em êrişên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin. Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn."

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berdevkê serokkomariyê banga diyalogê kir û got, "Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin. Me ji bo vê jî gelek caran bang kir. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin. Em li bendê ne ku hurmetê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin. Polîtîkaya me ya derve û biryarên me yên dewleta Iraqê êrişên dewleta Tirk teqez red dikin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."

Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî jî li ser hesabê xwe yê Twîtter helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Ebadî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, binpêkirina serweriya Iraqê mijarek cidî ye û divê siyaseta xwe ya li beramberî Iraqê di ber çavan re derbas bike.

Di dewamê de Ebadî got, “Em li hemberî bêdengiya bi guman a hikûmet û hêzên siyasî yên Iraqê ya li hember van binpêkirinan matmayî ne. Em bang li Tirkiyeyê dikîn siyaseta xwe ya li beramberî Iraqê di ber çavan re derbaske.”

Tevî bertekên derdorên siyasî yên Iraqê yên li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, lê heta niha serokê hikumetê yê Iraqê Mistefa Kazimî têkildarî êrişan tu helwest nîşan nedaye.

(cx)