Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcekî şer e

Rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, têkildarî berdewama kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê hişyarî li ser karesateke jîngehê da û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Qutkirina ava Firatê sûcekî şer e
19 nîsan, 2022   07:49
DÊRAZOR-FATME EL-EBID

Dewleta Tirk a dagirker di kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê de berdewam e, bi wê yekê tevahî peymanên navneteweyî binpê dike û zirareke mezin dide cotkarên gundewarên rojhilatê Dêrazorê. Lê heke rêjeya ava çem bê navber kêm bû, dê bi hatina havînê re bibe sedema karesateke jîngehê.

Li gorî peymana sêalî ya di navbera dewleta Tirk, Sûriye û Iraqê ya 1987’an de, para Sûriyê ji ava çemê Firatê di çirkeyê de 500 metrekab e û Iraq jî ji sedî 60 jê werdigire. Lê rêjeya avê niha di çirkeyê de kêmî 200 metrekab e.

Der barê mijarê de, berdevkê Meclisa Eşîrên El-Bû Kemal Selah El-Selman wiha got: "Em azarên kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê dikişînin u hikumeta Erdogan av kêm kiriye. Bi wê re ev sûc li sûcên dewleta Tirk ên dijmirovahiyê zêde dibin."

El-Selman wiha domand: "Kêmkirina rêjeya avê sûcekî şer û binpêkirina eşkere ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye. Hikumetên Şamê û Iraqê jî berpirsê vê binpêkirinê ne, ji ber tu girîngiyê nadin an jî bang mafên xwe yên avê û pêkanîna bendên peymanê nakin."

El-Selman da zanîn ku rêjeya ziwabûnê ya vê demê ji sedî 60 derbas kiriye û rojane zêde dibe û wiha pê de çû: "Dê ev yek jî bandoreke neyênî li ser jîngehê bike û bi xwe re qirêjiya jîngehê ya xeternak bîne, ji wê zêdetir jî dê gelek nexweşiyên giran û rewşên jehrbûnê belav bike."

Têkildarî zirara li ser çandiniyê El-Selman wiha lê zêde kir: "Di zivistanê de mewsimên çandiniyê zirareke mezin dît, lê gelo wê rewşa wê di havînê de çawa be? Dê bibe sedema krîza aborî li herêmê. Ev hemû jî ji ber siyasetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker pêk tên."

El-Selman berpirsiyara van ziraran hilgirt ser hikumetên Şamê û Bexdayê, ji ber ew tu tevgerên ji bo xwestina parên xwe ji ava çemê Firatê nakin.

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El-Zayid a li rojhilatê Dêrazorê Ayid El-Zayid sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û qutkirina ava çemê Firatê bi taybet şermezar kirin û wiha got: "Em êdî ji çi tiştî ku dewleta Tirk bike matmayî namînin, ev sûcên li dijî me jî ne nû ne."

El-Zayid wiha domand: "Em hemû dizanin ku dewleta Tirk mêtinger e û zêdetirî 400 sal xaka me dagir kir. Lê tiştê ecêb; rêxistinên ku qaşo banga mirovî û hiqûqê dikin li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng in."

El-Zayid pirsî ku li hember van sûcên dewleta Tirk rêxistinên mafên mirovan li ku ne ku daxuyaniyeke şermezarkirinê pêk nadin û di dawiyê de got: "Em êdî ji vir û pê ve li ser sûcên dewleta Tirk bê deng namînin û dê bi yekitiya pêkhateyên herêmê li hember hemû sûcên wê bisekinin."

(fr)

ANHA