​​​​​​​Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê ambargoya li ser taxên Heleb û Şehbayê şermezar kir

Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê Xelîl Ebdî ambargoya Firqeya 4'an a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê şermezer kir û got: "Dê berxwedana şêniyan bi ser bikeve, ji ber ku beriya niha ew hatine dorpêçkirin û bi ser ketin."

​​​​​​​Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê ambargoya li ser taxên Heleb û Şehbayê şermezar kir
19 nîsan, 2022   00:46
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Firqeya 4'an ji 13'yê Adarê ve taxên Şêxmeqsûd û Eşefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dorpêç kiriye, nahêle ku madeyên xwarin, sotemenî û derman derbas bibin. Şênî li hemberî vê ambargoyê li ber xwe didin.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê ya herêma Firatê Xelîl Ebdî ambargo şermezar kir û got:" Em weke MSD'ê şaxê herêma Firatê ambargoya li ser her du taxan bi tundî şermezar dikin. Em vê yekê ji rejîma Sûriyê ecêb nabînin. Ji destpêka aloziyê ve rejîm rêkên ewlehî ji bo çareserkirina aloziyan bi kar tîne û hewl dide ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û parastina desthilata xwe fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne."

Ebdî anî ziman ku hikumeta Şamê bi fezkirina ambargoyê girêdana bi hişmendiya xwe ya desthilatdar ve îsbat dike û wiha domand: "Bi ambargoya Firqeya 4'an a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşefiyê yên Helebê careke din îsbat dibe ku rejîma Sûiyê çareseriyên aştiyane naxwaze û bi hişmendiya xwe ya desthelatdar ve girêdayî ye, dixwaze aramiya heyî ya li herêmên Rêveberiya Xweser weke herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Xelîl Ebdî her wiha got: "Ji destpêka aloziyê ve em hewl didin ku rejîma Sûriyê bidin îqnakirin ku dev ji hişmendiya xwe ya wêrankirina herêmê berde û herêmê ber bi qada demokrasiyê ve bibim, lê ew di siyaseta xwe ya berê ya kuştin, wêrankirin, dorpêçkirina sivîlan de dewam dike."

Xelîl Ebdî îşaret bi bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagiker ên li se herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Ev hemû ji bo jihevxistina Rêveberiya Xweser e. Piştî ku gelek herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagirkirin, rejîma Sûriyê li şûna ku bi gelê xwe re be û projeyeke demokratîk ava bike, siyaseta parçkirinê dimeşîne."

Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê şaxê herêma Firatê Xelîl Ebdî di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir ku li dijî ambargo li ber xwe bidin û got:" beriya niha dorpêçên girantir hatibûn ferz kirin, lê şênî bi ser ketin, ew xwedî maf in û dê dîsa bi ser bikevin."

(şt)

ANHA