​​​​​​​Rojnamvan Babekir: Divê partiyên Başûrê li hembeî siyasetên PDK'ê rabin

Çavdêrê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Beşdar Babekir bang li gelê Başûr kir ku li dijî siyasetên PDK'ê bisekinin û diyar kir ku bêdengî xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

​​​​​​​Rojnamvan Babekir: Divê partiyên Başûrê li hembeî siyasetên PDK'ê rabin
19 nîsan, 2022   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

PDK'ê di siyasetên xwe yên dijberî gelê Kurd û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re dewam dike.

Komîteya Têkiliyan a KCK'ê di 26'ê Adarê de ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê amadekariya êrişek dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê dike. KCK'ê bang li partiyên siyasî û parlemantoya Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl, saziyên fermî û welatiyan kiribû ku li dijî komployên dewleta Tirk serî hildin û PDK'ê hişyar bikin.

Li şûna ku serokê hikumeta Başûrê  Kurdistanê Mesrûr Barzanî bertek nîşanî êrişên artêşa Tirk a dagirker bide, di 15'ê vê mehê de li Stenbolê bi serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan û serokê MÎT'ê Hakan Fîdan re civiya.

Di vê der barê de çavdêrê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Beşdar Babekir ji ajansa me re got, her hewldaneke derxistina fitne û aloziyeke nû di navbera PDK û PKK'ê de nakeve xizmeta gelê Kurd û yekitiya neteweyî û anî ziman ku divê Kurd dûrî şerê birakujî bikeve."

Rojnamevan Beşdar Babekir bal kişand ser pêvajoya niha û got:" Em di pêvajoyeke hestiyar de ne, divê bi zanebûn tevger bê kirin. Divê em dûrî tevliheviyê bikevin. Ji ber wê em bang li rayedarên PDK'ê dikin ku berê hêzên xwe nede  herêmên gerîla."

'DIVÊ RAGEŞÎ JI BO BERJEWENDIYÊN GEL BE NE JI BO BERJEWENDIYÊN PARTÎTÎ BE'

Der barê hewildanên PDK'ê yên ferzkirina nemzetê xwe ji bo serokkomariya Iraqê de rojnamevan Babekir da zanîn ku jewildanên cidî yên PDK'ê hene ku serokatiya Iraqê bi dest bixe, lê ev yek zehmet e.

Beşdar Babekir bi domdarî got: "Rageşiya di navbera PDK'ê û YNK'ê li ser serokkomariya Iraqê xizmeta bejewendiyên welatiyan nake, lê belê rageşî li ser girêbestên pertrol û serokkomariyê ne. Em bawer in ku divê rageşî ji bo xizmeta gel be, ev rageşiya di navbera her du aliyan de bandorên wê yên neyînî hene û aloziya di rêvebirinê de kûrtir dike."

`PÊKANÎNA PROJEYÊN DEWLETA TIRK LI BAŞÛR AN JÎ LI ROJAVA GAVEKE ŞAŞ E"

Rojnamevan Babekir îşaret bi lêkirina dîwarê di navber Şengal û Rojava de ji aliyê hikumeta Kazimî ve bi hevkariya PDK'ê got: "Ev gaveke şaş e, xizmeta yekitiya niştîmanî nake. Her hewldanek ji bo pêkanîna projeyên dewleta Tirk li Başûr an li Rojava gaveke şaş e, ji ber derfet dide şikandina îradeya gelê Kurd ji aliyê artêşa Tirk a dagirker. Ji ber wê em dibînin ku e mijar ne mentiqî ye û ne di berjewendiyên tu alî de ye."

'ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BÊ ENCAM IN'

Babekir diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê yên 40 salî tu encam bi dest nexist û got:" Di salên dawî de artêşa Tirk a dagirker hemû cureyên çekan bi kar anî, lê nikarî dawî li şoreşa Kurdan bîne, divê doza Kurdî bi diyalogê bê çareserkirin."

'DIVÊ GELÊ KURD HIŞYAR BE'

Çavdêrê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Beşdar Babekir bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê Kurd ji gavên xirab ên hêzên Tirkiyê hişyar be. Bêdengiya ragihandin û siyasetmedaran dikeve berjewendiyên dewleta Tirk. Ev bêdengî dihêle ku PDK'ê siyaseta herêmê kontrol bike, ev tiştekî şaş e. Ev bêdengî encama lawazbûna partiyên di hikumetê de ye. Ji ber vê yekê em bang li wan dikin ku li hembeî siyasetên PDK'ê dengê xwe bilind bikin."

(şt)

ANHA