​​​​​​​Di teqînekê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn

QSD'ê ragihand ku mayînek bi erebeyeke hêzên wan ve teqiya, di encamê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn.

​​​​​​​Di teqînekê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn
18 nîsan, 2022   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber teqîna mayînekê bi erebeyekê wan ve du şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Kesên nenas, tê texmînkirin ku şaneyên DAIŞ'ê ne, mayînek bi erebeyeke Meclisa Leşkerî ya Reqayê ve teqandin. Meclisa Leşkerî ya Reqayê nêzî rêya Romaniyê ya rojhilatê bajarê Reqayê dewriye dimeşand. Di encamê de du şervanên meclisê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Hêzên me lêpirsîn dane destpêkirin."

ANHA