​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Em bi Kurd û Suryanan re li dijî siyaseta qirkirinê disekinin

Şêxê eşîra El-Elî ya bajarê Reqayê, Remedan El-Rehal got, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya sûcên kuştinê yên li dijî pêkhateyên herêmê ye. Her wiha anî ziman ku eşîrên Ereb û hemû pêkhateyan li dijî êrişan disekinin.

​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Em bi Kurd û Suryanan re li dijî siyaseta qirkirinê disekinin
19 nîsan, 2022   04:08
REQA – EHMED EL-ESAF

Artêşa Tirk a dagirker barbanga roja Duşemê êrişên nû yên qirkirin û dagirkirinê li dijî gerîla da destpêkirin. Ev êriş beriya 3 rojan ji hevdîtina Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan hate kirin. PDK`ê hêzeke mezin ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve şand da ku di êrişê de destekê bide artêşa Tirka a dagirker.

Di vê der barê de ajansa me ANHA`yê hevpeyvînek bi şêxê eşîra El-Elî, Remedan El-Rehal re pêk anî. Remedan El-Rehal got: "Dewleta Tirk a dagirker îro careke din dîroka bapîrên xwe yên osmanî vejand. Dîroka wan bi komkujiyên li dijî gelê Ermen û Ereb tijî ye. Welatên Ereban parçe kir û kir 22 dewlet. Îro jî Erdogan heman siyasetê li herêmê pêk tîne."

Remedan El-Rehal bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker Lîwa Îskenderok ku firehiya wê 9 km3 dagirkir û hewl dide ku herêmêndin ên Sûriyê dagir bike da ku serdema Osmanî jinûve li herêmê vejîne.

El-Rehal da zanîn ku hemû pêkhateyên herêmê ji ber dewleta Tirk a dagirker zerar dîtine û got, dewleta Tirk di dema heyî de hewl dide ku projeya qirkirina Kurdan ku ji mêj ve dest pê kiriye berdewam bike. Her wiha anî ziman ku Erdogan aloziya Sûriyê ji bo pêkanîna çavnebariya xwe ya dagirkeriyê li ser xaka Sûriyê keysbaz kir.

Remedan El-Rehal destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bilî sûcên li dijî gelê Sûriyê tu tişt pêk neaniye û wiha domand: "Tevahî cîhan li gola xwîna ku ji aliyê Erdogan li dijî gelê Ereb, Kurd li Sûriyê û derveyî wê tê rijandin dinihêre."

El-Rehal di axaftina xwe de berxwedana gerîla û şervanên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin silav kir û wiha got: "Em pêkhateyê Ereb bi Kurd, Suryan û Asûran re ji bo parastina vê xakê yek in. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna tiliyê yek destî ne."

Remedan El-Rehal di dawiyê de banga li hemû eşîrên Ereb li tevahî herêman kir ku li derdora QSD`ê kom bibin û destekê bidin wan da ku li hember hemû dijminên ku dixwazin herêmê dagir bikin, biser bikevin.

(bx)

ANHA