​​​​​​​Artêşa Iraqê hewl dide Asayîşa Sinûnê û Xanesorê jî dorpêç bike

Li Şengalê piştî komelgeha Dîgurê artêşa Iraqê niha jî navenda Asayîşa Sinûnê û ya Xanesorê dorpêç kiriye û daxwaz dike ku Asayîşa Êzîdxanê dest ji van noqteyan berde. Li navenda Şengalê jî rêyên sereke ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.

​​​​​​​Artêşa Iraqê hewl dide Asayîşa Sinûnê û Xanesorê jî dorpêç bike
18 nîsan, 2022   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê hewldanên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirin û desteserkirina navendên Asayîşa Êzîdxanê berdewam dikin.

Piştî ku artêşa Iraqê hewlda Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Dîgurê desteser bike, şer û alozî derket. Di van kêliyan de jî artêşa Iraqê dixwaze navenda Asayîşa Êzîdxanê ya li navçeyên Sinûnê û Xanesorê dorpêç bike.

Artêşa Iraqê bi vê armancê hêzeke mezin a leşkerî li derdora navenda Asayîşa Êzîdxanê ya Sinûnê û Xanesorê bi cih kiriye.

Îro di saetên piştî nîvro de, artêşa Iraqê hewl dabû dest deyne noqteya Asayîşa Êzîdxanê ya Dîgurê û rê li ber şer û pevçûnê vekiribû.

Di van kêliyan de dorpêça artêşa Iraqê ya li Dîgurê, Sinûnê û Xanesorê berdewam dike.

Her wiha artêşa Iraqê li navenda Şengalê jî ketiye nav liv û tevgerê. Li gor agahiyên dawî artêşa Iraqê rêyên sereke yên navenda Şengalê girtine.

Çavkanî: Rojnews