​​​​​​​Li Avaşînê çalakiya gerîla: 12 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên ku dixwestin li Werxelê ya girêdayî herêma Avaşînê bi pêşve biçin xistine. Di encamê de 12 dagirker hatine cezakirin.

​​​​​​​Li Avaşînê çalakiya gerîla: 12 dagirker hatin cezakirin
18 nîsan, 2022   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin didome.

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi çalakiyên xurt bersiva êrişan didin. Dagirkerên li Werxelê ku dixwestin bi pêşve biçin bûn armanca çalakiya gerîlayan. Li wir 12 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye:

“18’ê Nîsanê di saet 09:40’an de hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên ku xwestin li qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi pêş ve biçin xistin. Di encama çalakiya hêzên me de 12 dagirker hatin cezakirin.”