Fraksiyona YNK’ê nerazîbûn nîşanî êrişa Tirkiyê da

Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa, li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, ev êriş binpêkirina  serweriya xak û asîmanê Iraqê ye.

Fraksiyona YNK’ê nerazîbûn nîşanî êrişa Tirkiyê da
18 nîsan, 2022   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa, li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Berdewambûna operasyonên leşkerî yên Tirkiye yên li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê binpêkirina serweriya xak û asîmanê Iraqê ye ku bi behaneya hebûna PKK’ê dike. Her wiha ev êriş li dijî prensîbên civaka navdewletî û cîrantiya navbera Iraq û Tirkiyeyê ye.”

Her wiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin, operasyon û êrişên ji beriya niha jî vê yekê piştrastkiriye ku bi çekê pirsgirêkên navxweya Tirkiyeyê çareser nabin, berovajî pirsgirêkan kûrtir dike.

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin, pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi operasyonên leşkerî û binpêkirina serweriya welatên din çareser nabe.