Artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzîdxanê kir- HATE NÛKIRIN

Hemwextê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Heremên Parastinê yên Medyayê ya bi hevkariya PDK’ê, artêşa Iraqê jî li gundê Dugurê yê Şengalê êrişê noqteya Asayîşa Êzîdxanê kir.

Artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzîdxanê kir- HATE NÛKIRIN
18 nîsan, 2022   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê şeva 17’ê Nîsanê li Heremên Parastinê yên Medyayê  dest bi êrişeke nû ya dagirkirinê kir.

Li Şengalê jî hemwextê van êrişan, artêşa Iraqê kete nav liv û tevgereke nû. Artêşa Iraqê di saetên nîvro de li komelgeha Dugurê ya bi ser navçeya Sinûnê, derdora seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya di ketina Dugurê de dorpêç kir. Artêşa Iraqê li ser Asayîşa Êzîdxanê ferz kir ku dest ji seytereyê berdin û teslîmî artêşe bikin.

Asayîşa Êzîdxanê vê ferzkirina li ser xwe qebûl nekir û alozî dest pê kir. Ruxmê hemû hewldanên çareseriyê jî artêşa Iraqê dest ji dorpêçkirinê bernedan û bi çekan êrişê noqteya Asayîşa Êzîdxanê kir.

Di encama êrişa artêşa Iraqê de şer û pevçûn derket û nêzî 2 saetan berdwam kir. Di rewşa heyî de pevçûn sekiniye lê aloziya li Dugurê berdewam dike.

Di encama êrişa artêşa Iraqê de kesekî sivîl ku navê wî nayê zanîn birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Sinûnê.

Hat gotin ji artêşa Iraqê û Asayîşa Êzidxanê jî birîndar hene, lê hejmara wan nehat zanîn.

Artêşa Iraqê rêyên sereke girtine û nahêle ku gel ji bo piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê xwe bigihîne komelgeha Dugurê.

Her wiha artêşa Iraqê rê li ber ambulansan û komên tenduristiyê jî digirin û nahêlin xwe bigihînin cihê bûyerê.

Çavkanî:Rojnews