Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaşkirina reşnivîsa peymanê bi meclisên herêma başûr a kantona Hesekê re bi dawî kir.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna xwe ya sêyemîn bi dawî kir
18 nîsan, 2022   15:07
 HESEKÊ

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê reşnivîsa peymanê bi beşên cûda yên civakê yên herêma başûrê kantona Hesekê re parve kir. Ev civîn a sêyemîn bi vê armancê li kantona Hesekê tê lidarxistin.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya ku peyman ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve were erêkirin, hewl dide xwe bighîne beşek mezin ji şêniyan da ku nêrîn û pêşniyarên wan derbarê peymanê de nas bike û li gorî wê peymanê ji nûve saz bike.

Endamên komîteya sazkirina peymana civakî, hevserokatî, endamên meclis û komên herêma başûrê kantona Hesekê (Şedadê, Hedadiye, Erîşa, Mergeda û Deşîşe) û hevserok û endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên navçeyên navborî û partiyên siyasî, beşdarî civîna ku li navçeya Şedadê hate lidarxistin, bûn.

Endamên Komîteya Sazkirina Peymana civakî Îlham Mitlî, Aldar Xelîl, Ekrem Mehşûş tev li civînê bûn. Di civînê de reşnivîsa peymana civakî ku ji 99 madeyan pêk tê hate xwendin û her bendek cûda hate nirxandin.

Paşê beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Beşdaran xebatên sazkirina peyamê erênî nirxandin û diyar kirin ku reşnivîsa heyî dikare mafên hemûyan misoger bike, rê li ber desthilatdarî û keysbaziyê bigire, her wiha azadiya siyasî û çandî ya civakê biparêze.

Têkildarî qonaxa piştî nîqaşkirina reşnivîsê di qonaxa sêyemîn de Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê û endamê komîteyê Aldar Xelîl ji ANHA`yê re wiha axivî: "Piştî bidawbûna civînan, dê nêrî û pêşniyarên ku komîteyê di civînan de kom kir bi awayekî berfireh werin nîqaşkirin. Piştî wê jî dê reşnivîs li gorî wan detay û pêşniyaran were sazkirin û ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re were şandin da ku bi rengê xwe yê dawî de were erêkirin."

(bx)

ANHA