Di salvegera serxwebûnê de Sûriye bi gefa mêtîngeriyeke xeternaktir re rû bi rû ye

Îro salvegera serxwebûna Sûriyê ye. Lê belê ji salên destpêkê yên piştî serxwebûnê ve welat ber bi mêtingerî û dagirkeriyên nû ve diçe. Van şert û mercan hişt ku Sûriye bikeve destê gelek dagirkeran ku ya herî xeternak dewleta Tirk e. Gelo vebijêrkên sûriyan çi ne?

Di salvegera serxwebûnê de Sûriye bi gefa mêtîngeriyeke xeternaktir re rû bi rû ye
17 nîsan, 2022   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

17’ê Nîsanê (1946) salvegera serxwebûna Sûriyê ji fransiyan û ragihandina Komara Sûriyê ye. Îro jî û piştî gelek sal derbas bûn, piştî krîza di Adara 2011`an dest pê kir, careke din Sûriye bi dagerkeriyên nû û xetereya li ser pêşeroja welat re rû bi rû ye.

QONAXA SERXWEBÛNÊ

"Welatiyên welatê min…ev roj tava azadiyê li ser welatê we hiltê, tenê ala we li ser li ba dibe…ev roja mafê ye, tê de gotina we heye û roja serxwebûnê ye. Ev roja serkeftina mezin e."

Bi van gotinan serokê Sûriyê Şukrî El-Quwetlî yê wê demê xîtabî sûriyan kir û serxwebûna Sûriyê ji fransiyan piştî dagirkirina nêzî 26 salan, pîroz kir.

Wê demê, şert û mercên navneteweyî yên di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de alîkariya bidestxistina serxwebûnê kir. Piranî endamên NY’yê biryara serxwebûna Sûriyê û yekitiya wê erê kir. Bi vê yekê hikumeta Sûriyê û gelê wê cara yekemîn bi serxwebûna xwe di 17’ê Nîsana 1946’an de di serdema serokatiya Şukrî El-Quwetlî de, pîroz kir.

QONAXA PIŞTÎ SERXWEBÛNÊ

Lê El-Quwetlî û sûriyan, nizanîbû ku di pêşerojê de rewşeke ji dema mêtingeriya Fransayê xirabtir heye.

Li pey serxwebûnê bihara Sûriyê hat, êdî li Şamê û bajarên din ên Sûriyê qonaxa siyasî dest pê kir. Êdî welatiyên Komara Sûriyê di nava xwe de axaftinên siyasî û têgehên wekî demokrasî, edalet, azadiya nêrînê û pergala parlamentoyê dikirin. Hêdî hêdî partiyên siyasî li beramber bloka nîştimanî ku di nava hev de parçe bûne, hatin avakirin. Bloka nîştimanî kombûna gelê Sûriyê bû, dan û standin û şoreş bi rê ve dibir.

Di 1947’an de hilbijartinên parlamentoyê yên meclisa parlamentoyê ya nû hatin lidarxistin. Di pêngava hilbijartinê de parçeyên mezin di nava kombûnên siyasî de çêbûn û nakokiyên herêmî derketina holê. Koma Şamê û serokên wan hevalbendiyek ava kir da ku desthilatê bi dest bixin. Li bakur jî hevalbendî li hember hevalbendiya Şamê hatin avakirin. Li parêzgehên din hinekî kêm bû.

‘FERZKIRINA YEKNETEWETIYÊ RÊGEHA KOMARA SÛRIYÊ DIGUHERÎNE’

Lê belê vê yekê dirêj nekir, her wiha "Komkara Çalakiya Neteweyî" di danîna bingehên fikrî û rêxistinî yên erebkirina radîkalî bû alîkar, mîna gelek pisporan wesif kir ku partiya Baasê xwe li ser bingeha piştî serxwebûnê xwe bi pêş xist.

Li ser vê yekê, qonaxa derbeyan li Sûriyê dest pê kir heta ku partiya Baasê dest danî ser desthilatê. Piştre Sûriye hêdî hêdî bû dewleteke neteweperest ku yek partî wê hikum dike û tê de mafên sereke û azadî tune ne.

Artêşkirina neteweyî û tayîfî ku partiya Baasê li Sûriyê pêk aniye, hişt ku bi demê re civaka Sûriyê parçe bibe. Ruxmî bikaranîna hêza ewlehî û leşkerî jî, lê ew yek li pêş îsyan û serhildanan nebû bend, ji wan serhildanan bûyerên Hemayê yên sala 1982’yan, girtîgeha Tedmurê û serhildana Qamişloyê sala 2004’an.

Ev pirsgirêk li pey hev kom bûn heta gihaştin 2011’an û bi wê re krîza Sûriyê dest pê kir û dewletên çavê xwe berdana xaka Sûriyê ew yek wekî fersend dîtin. Her wiha Rûsya û Îranê jî lawazbûna hikumeta Şamê bi kar anîn. Lê dewleta Tirk jî qaşo muxalefeta Sûriyê ji bo dagirkirina gelek herêmên Sûriyê bi kar anîn.

DI SALVEGERA SERXWEBÛNÊ DE ÊŞEKE MEZIN

/kr/uploads/files/2022/04/16/171342_selman-sebb.webp

Serokê partiya Sûriye Ewelen (Destpêkê Sûriye) Selman Şebîb li ser mijarê axivî û wiha got: "Mixabin, em vê boneya neteweyî di rewşeke krêt de pêşwazî dikin. Diviyabû gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û beşên xwe yên siyasî û civakî beşdarî pîrozkirina vê boneyê bûbana. Lê rewşa niha û hin herêmên Sûriyê di bin dagirkeriyê de dihêle ev boneya giranbuha, boneya serxwebûna Sûriyê di dilên me de weke eşeke mezin derbas bibe."

Şebîb wiha domand: "Bê guman desthilata siyasî ya niha xwedî berpirsiyariyên mezin ên vê qonaxa niha ne. Ev qonax ji destwerdanên hin dewelatan û hevkariya wê di komployên li dijî welatê me de rizgar nabe, ku hinek jê serokwezîrê Qeterê yê berê Hemed Bin Casim di hevpeyvîna xwe ji rojnameya El-Qebes re eşkere kir."

‘DESTPOTIYA SIYASÎ RÊ LI VEGERA MÊTINGERIYÊ VEKIR’

Ji bo vegera dagirkeriyê Selman Şebîb gelek sedem danîn û wiha pê de çû: "Destpotiya bi salan û tunebûna jiyana siyasî, yekdestdariya hikumetê, çewisandina hêzên neteweyî û pêşverû û yên lîberal, gendelî, û tunebûna azadî û demokrasiyê, van hemû bûyeran rê li pêş krîza Sûriyê vekir. Di destpêka tevgerên li Sûriyê de xwepêşandanên gel hebûn û hin xwestekên xwe yên rewa berz kirin. Lê li hember van xwepêşandanan çareseriya ewlehiyê derket pêş û hêzên tundraw derketin holê û derî li pêş komployên derve û dewletên çavnebar vekirin, mîna dewleta Tirk û hwd. Bi wê re gelek parçeyên giranbuha ji Sûriyê di bin dagirkeriyê de ne."

Şebîb destnîşan kir ku bê guman li hember van bûyeran, partiya ku zêdetirî 50 salî bi awayekî yekalî û bi zihniyeta neteweperest ya ku ne li gorî pirrengiya civaka Sûriyê ye ku tê de pêkhateyên olî, etnîk û neteweyên curbecur hene, berpirsiyar e û wiha domand: “Ew partî berpirsê mezin ê nakokiyên civakî û etnîkî ne ku piştî bûyerên li Sûriyê rû dane û ji xwe re zemîneke guncaw dîtin.

Tecrubeya yekpartî li cîhanê bi bin ket, Yekitya Sovyetê û kampa sosyalîst hilweşî. Lê belê desthilata siyasî ya heyî ku Sûriyê ji salan ve bi navê Partiya Baasê kontrol dike tu ders ji van bûyeran wernegirt. Heke ders bigirta, wê azarên niha gel tê de dijî û dagirkirina xakê bi dûr xista."

‘MUXALEFETA QAŞO, TRAJEDIYA SÛRIYÊ ZÊDETIR KIR’

Serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şebîb barê yekemîn hilgirt ser qaşo muxalefeta Sûriyê û wiha pê de çû: "Tiştê hiştiyê trajediya Sûriyê zêdetir bibe, tunebûna muxalefeta nîştimanî ya rasteqîn bû. Da ku bijarteyên baştir ji gelê Sûriyê re bi rêya bernameya xebateke nîştimanî li gorî berjewendiyên sûriyan û hêviyên wan pêşkêş bikira."

Şebîb da zanîn ku lê belê tiştê bûye û yê ku hiştiye muxalefet derkeve pêş û danûstandin ji hêla civata navneteweyî pê re bûye û hemû şêweyên destekdayînê ji hin dewletên erebî wergirtine, komek ji dizan, çete û paşguhvanan bû. Ew bi hev re di kesayetên muxalefetê de kom bûn, dewletên Kendavê û dewleta Tirk bi sponseriya rojavayan û di çarçoveya saziyên nûnertiya sûriyan dikin de destek didan wan û piştre hêz û kesayetên nîştimanî yên muxalif bi dûr xistin.

Her wiha Selman Şebîb diyar kir ku ev muxalefet xwe kir xizmetê kesên ew çêkirine û xwedî kirine û berjewendiyên gelê Sûriyê bin pê kirin. Lê dema dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirin wan muxalefetan îxanetên eşkere kirin, ala dagirkeriyê hildan, qetil, tecawiz, penabertî û dizî kirin. Ji wê zêdetir jî ciwanên sûrî kirin çete û ji bo xizmetkirina armancên dewleta Tirk ên berfireh di şerê li Lîbya, Azerbêcan û hwd de bi kar anîn.

‘DAGIRKERIYA TIRK LI SER YEKITÎ Û SERWERIYA SÛRIYÊ XETEREYA HERÎ MEZIN E’

Siyasetmedarê sûrî Selman Şebîb di dewama axaftina xwe de diyar kir, "Bê guman dagirkeriya Tirk û çavnebariyên dewleta Tirk ên eşkere di xaka Sûriyê de gefa herî xeter li ser yekitiya Sûriyê û serweriyê wê ye. Me ev yek di Partiya Sûriye Ewlen de gelek caran bi rêya dezgehên çapemeniyê yan jî bi rêya dezgehên ragihandinê yên herêmî û derve ev yek misoger kir. Gelo çi sûd ji sûriyan re heye, heke dewleta Tirk li ser dehan daxuyaniyan yekitiya xaka Sûriyê îmze kir û bi sedan daxuyaniyên li ser girêdana bi serweriya Sûriyê re derxistin û ew jî rojane sûcan li ser vê xakê pêk tîne. Ev yek jî bi van daxuyaniyan re bi nakok in, yekitiya Sûriyê û serweriya Sûriyê têk dibin."

Li ser sûcên dewleta Tirk yên guhartina demografiyê, tevlêkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî li xaka Tirkiyê, avakirina zanîngeh, dibistanên Tirkiyê, ferzkirina nasname û zimanê Tirkî, danûstandina bi lîreya Tirkiyê û hwd, Şebîb ev tişt anî ziman: "Ev hemû sûc piştrast dikin ku niyetên dewleta Tirk ên mayîndkirina dagirkirinê hene û ji bilî zorê ew venakişe. Di dema dagirkirina Efrînê de min di televîzyona fermî ya Sûriyê de got em rûbirûyî pirsgirêka Lîwa Iskenderon a nû ne."

‘ŞAM Û ‘MUXALEFET`Ê’ HIŞTIN SÛRIYE RÛBIRÛYÎ GEFA TUNEBÛNÊ BIBE’

Careke din serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şebîb, li ser van sûcan hikumeta Şamê û muxalefeta Sûriyê berpirsiyar dît û wiha anî ziman: "Desthilata heyî ku li hember xwestên rewa yên gel kiryarên çewsîner pêk anîn, hemû hêzên siyasî yên dîtir bi dûr xistin, xebata parçekirinê pêk anî, pirrengiya civaka Sûriyê înkar kir, rêz jê re negirt, bi hovîtî şer li hember şepêlên Sûriyê kir, bi hemû şêweyên xwe derfet li pêş tundrawiyê vekir ku bazirganiyê bi mejiyên ciwanên sûrî bikin û wan rûbirûyî bijarteyên wêrankirinê bikin. Lê muxalefetê jî bi hemû binpêkirinên xwe yên neteweyî û exlaqî qebûl kir ku bibe lîstok di destê dewletên herêmî û ji bo projeyên wan bixebitin."

Şebîb wiha lê zêde kir: "Van her du aliyan hişt ku Sûriyê bigihîne vê rewşa trajîk û di dîroka xwe de cara yekemîn rûbirûyî gefa hebûnê ya girêdayî rewşa heyî û pêşeroja wê bibe, heta van her du aliyan hişt Sûriye rûbirûyî gefên mayîna wê weke yek dewletê ya xwedî serweriyê be."

‘YEKITIYA PÊKHATEYÊN SÛRIYÊ DÊ DAWÎ LI MÊTÎNGERIYÊ BÎNE’

Li ser rê û rêbazên sekna li hember van astengî û xeteriyan, siyasetmedarê sûrî Selman Şebîb wiha got: "Xeteriyên mezin ku gefan li Sûriyê dixwin, li ser hemû hêzên nîştimanî ferz dikin ku zimanê diyalogê pêk bînin û ji berjewendiyên neteweyî yên Sûriyê dûrî hesab an jî berjewendiyên beşên teng, dest pê bikin."

Şebîb destnîşan kir ku yekitiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û hêzên wî di nava hevkariya nîştimanî ya rasteqîn de têrê dike ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, projeya ji bo pêşeroja Sûriyê were sazkirin; Sûriye dewleta welatîbûn û qanûnê, dewleta azadî û demokrasî, Sûriye pirrengî ya geşkirî bi hemû pêkhateyên xwe, dûrî dûrxistina çi pêkhateyekê pêk were."

Siyasetmedarê sûrî peyamek ji sûriyan re rêkir û wiha got: "Em di van rojan de di boneya serxwebûnê re derbas dibin, di vê em dîroka ku em fêr kirine bi bîr bixin ku piştdayîna bi biyaniyan bi taybet dagirkeriyê ne bijarteya rast an jî sûdwar e. Lê kombûna di bin bana welat de û zimanê diyalogê ya cidî di nava welatiyên welat de dikarin me bigihînin çareyên hevseng ji hemû dozan re çiqas girêk dibin bila bibin."

Serokê Partiya Sûriye Ewelen Selman Şebîb di dawiya gotina xwe de wiha got: "Min gelek caran li ser dezgehên çapemeniyê got û careke din dubare dikim serkeftina diyalogê di navbera dewleta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dikarin Sûriyeke nû ava bikin. Her sûriyek û welatparêzekî birûmet li benda vê yekê ye û em hêvî dikin ku bi lez bigihînin vê yekê."

(fr)

ANHA