ROJEVA NAVENA NÛÇEYAN A 17-04-2022

ROJEVA NAVENA NÛÇEYAN A 17-04-2022
16 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Til Temirê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ku amadekariyên êrişan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, her wiha li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, meşekê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xiristiyanên kantona Hesekê bi çalakiyên cuda cejna Paskalyayê pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê merasîmê salvegera şehadeta Ezîz Ereb li goristana Şehîdan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê merasîmê oxirkirina şehîdan li goristana Şehîd Dicle li dar dixin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava diyar kir ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de berdewama xeta xiyanetê ya sala 2014'an ye, her wiha temamkirina plana DAIŞ'ê ya qirkirina civka Êzidî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê girîngiya berxwedan, têkoşîna û girêdana bi axê ve li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin û diyar kirin ku divê xweparastin bibe bingeha parastina nasname û mafan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navenda ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco anî ziman ku azadiya gelê herêmê bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye û diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst ji projeya neteweya demokratîk ditirsin, lewma tecrîd giran kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E Ehmed Hebeş anî ziman ku serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê nîşana berdewamiya planên wan ên hevbeş ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û wekî hevdîtina serokekî bi karmendê xwe re pênase kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl: “Bi birçîkirin, tîkirin, pêdiviyên jiyanê û kêmkirina dermanan îradeya vî gelî nayê şikandin. Ew qes êriş li ser wan hatin lê îradeya wan nehat şikandin, ne mimkun e bi ambargoyê îradeya wan bidin şikandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Îro salvegera serxwebûna Sûriyê ye. Lê belê ji salên destpêkê yên piştî serxwebûnê ve welat ber bi mêtingerî û dagirkeriyên nû ve diçe. Van şert û mercan hişt ku Sûriye bikeve destê gelek dagirkeran ku ya herî xeternak dewleta Tirk e. Gelo vebijêrkên sûriyan çi ne?

CÎHAN

- Îsraîl baregehên leşkerî yên komên Îranê yên li Sûriyê kirin hedef. Çarçoveya Koordînekirî hemû vebijêrkên li pêşiya xwe lêkolîn dike da ku ji aloziya siyasî derkeve, di nav de vebijêrka ji nû ve hilbijartina Kazimî dinirxîne.

ANALÎZ

Em di pêvajoyeke xwîndar re derbas dibin ku gelê Kurd bi sedan salan e welatê wî hatiye dagirkirin û hewl dide di dijî teknîka şer a gihaştiye astên tirsnak, hebûna xwe îspat bike. Gelê Kurd bi têkoşîna ku tevgera azadiyê ya Kurd re hewl dide pêdiviyên hebûna xwe ava bike.

ANHA