' Azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye'

Endamê Komîteya Navenda ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco anî ziman ku azadiya gelê herêmê bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye û diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst ji projeya neteweya demokratîk ditirsin, lewma tecrîd giran kirine.

' Azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ve girêdayî ye'
17 nîsan, 2022   00:46
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Ji 23`ê salan ve desthilata dewleta Tirk li girtîgeha grava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan  ferz kiriye.

'GIRÊDANA GEL A BI RÊBERTÎ VE XURTTIR BÛ'

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst girêdana gel a bi fikrê rêbertî yê azad dît, lewma tecrîd li ser ferz kir û hewl da vîna wî têk bibe. Kamîran Kinco got: "Armanc ji vê tecrîdê ew e ku gel ji fikrê rêbertî qut bibe. Lê van dewlet nizanin ku tecîrdê girêdana me ya bi rêbertî û îradeya me xurttir dike."

Kamîran Kinco ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî ku rêber Ocalan projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir ku hemû pêkhateyan bi awayekî edlane hembêz dike, mafên her kesî diparêze û jiyaneke azad mîsoger dike, dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst hîs kirin ku ev proje xeteriyeke mezin li ser wê çêdike, ji ber vê yekê tecrîdeke giran ferz kir da ku vê projeyê têk bibe û gelê Kurd di destên wan de bibe alavek."

Cara dawî rêber Abdullah Ocalan 25`ê Adarê bi rêya telefonê 5 deqeyan bi birayê xwe Mehemed Ocalan re axivî û desthilatê peywendî qut kir. Ji wê demê ve agahî ji rewşa wî nayê girtin. Ji bo dîtina rêbertî malbat û parêzerên wî di nava hewldanan de ne, lê daxwazên wan ên hevdîtinê têne redkirin.

'JIYANA GELÊ KURD DÊ LI SER BINGEHA FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER OCALAN BE'

Kinco destnîşan kir ku jiyana gelê Kurd dê li ser bingeha fikir û felsefeya azad a rêber Abdullah Ocalan be ku rêbert Ocalan xwest bi rêya wê dagirkeriya sîsteman a li ser gelan, bişkîne. Her wiha got, dijmin nikare ramanê rêbertî têk bibe.

Kinco diyar kir ku azadiya gel girêdayî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e û got: "Divê dijmin baş bizane ku çiqasî tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan giran bike jî, em ê bi rêber û felsefeya wî ve girêdayî bin."

Endamê Komîteya Navenda ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco di dawiyê de ev axaftin kir: "Azadiya rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji gelê Kurd tê xwestin, lê ji hemû gelên azadîxwaz û demokrasxwaz tê xwestin. Her wiha divê gavên cidî biavêjin da ku azadiya fîzîkî ya rêbertî mîsoger bibe, ji ber ku rêbertî proje û felsefeyek nû ji cîhanê tevahî cîhanê re pêşkêş kiriye."

(eh)

ANHA