Dîmenê girtina welatiyên Biradostê ji aliyê artêşa Tirk ve

Artêşa Tirk li herêma Biradost li pêşiya welatiyên ku dixwazin biçin pincar digire, êrişî wan dikin û rê nadin biçin çiya.

Dîmenê girtina welatiyên Biradostê ji aliyê artêşa Tirk ve
16 nîsan, 2022   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenê bi destketî, artêşa Tirk li Gerû Kayereşkê  rê li pêşiya welatiyên Biradost ên dixwazin biçin pincar digirin û rê nadin biçin. Leşker bi zimanê Tirkî bang li welatiyan dikin herêmê vale bikin. Herwiha yek ji leşkeran êrişî welatiyan dike.

Hêjayî gotinê ye ku duh artêşa Tirk 12 welatiyên Biradost ên çûbûn pincar girtin û hejmarek hespên wan kuştin. Her wiha îşkence li welatiyan kirîbûn.