​​​​​​​Bandorên şerê Ukraynayê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?

Ji destpêka tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê, dosyaya Sûriyê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî rasterast û nerasterast di warê aborî, siyasî û leşkerî de li ser maseya nîqaşan bû. Gelo bandorên wê çi ne?

​​​​​​​Bandorên şerê Ukraynayê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?
15 nîsan, 2022   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Tevî ku Moskovê kêmkirina operasyonan li derdora paytext Kîev û bakurê welat bi giştî ragihand, lê wê giranî da şerê li herêma Donbassê. Şîrovekar texmîn dikin ku şerê li vê herêmê rêya şer diyar bike.

Sedema şerê li wir jî ji ber nakokiya siyasî ya di navbera Ewropa û Rûsyayê de ye ku dibe ku Ukraynayê bike du parçe; li rojhilat ku piraniya wan bi zimanê rûsî diaxivin û rojava ku bi zimanê ukraynayî diaxivin.

Cihê wê yê erdnîgarî roleke mezin di veguhestina gaza Rûsyayê ji dewletên rojavayê Ewropayê re dilîze û ev yek şerê li vî welatî xurttir dike.

Li aliyê bakurê rojhilatê Ukraynayê, Rûsya heye, li rojavayê wê jî dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) Poland, Slovakya û Moldova hene. Ev yek jî welat dike xeta şerê di navbera du aliyên siyasî de.

`ENCAMÊN DIYAR LI SER ROJHILATA NAVÎN`

Li gorî çavdêran, DYA û Ewropa li aliyekî û Rûsya li aliyekî din, dê nikaribin ku bi awayekî rasterast li Ukraynayê şer bikin, lê tê texmînkirin ku şerekî nerasterast hebe û ew jî bi rêya gurkirina şerê li Rojhilata Navîn e.

Çavdêran got bandorên diyar li ser dosyayên girêk di navbera aliyê rûsî û amerîkî de hene nexasim li herêma Rojhilata Navîn ku her du alî bi awayekî leşkerî hê ne. Li gorî pirsporan her du alî jî ji bo bazarên jeosiyasî pêk bînin, van dosyayan li dijî hev wek kaxizên zextê bi kar tînin, di sêrî de jî aloziya Sûriyê.

GELO DÊ BANDOREKE LEŞKERÎ LI SÛRIYÊ BIKE?

Gelek senaryo ji bo bandora li ser Sûriyê di aliyê leşkerî de hene. Ya yekemîn destekdayîna DYA`yê ji komên çekdar li Sûriyê re ku li dijî hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê tev bigerin. Di vir de ji Tirkiyê tê xwestin ku vebijêrkên xwe diyar bike û bi temamî vegere hembêza Amerîkayê. Ew jî bandor li dan û standinên wê yên bi Rûsyayê re dike. Tirkiye jî baş vê bandorê bi kar tîne û bi her du aliyan re bazaran dike ku kijan alî piştgiriya dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bike, dê li aliyê wê be.

Senaryoya duyemîn, keysbazkirina serokkomarê Tirkiyê mijûlbûna cîhanê bi Ukraynayê û pêkanîna êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rojnamevanê sûrî Mistefa Ebdî di vê derbarê de wiha axivî: "Helbet bandor diyar e. Dewleta Tirk mijûlbûna Washington û Miskovê bi şerê Ukraynayê re keysbaz kir û ji ber wê jî êrişên xwe zêde kirin ku gelek bajarên bakurê Sûriyê kir hedef. Zêdetirî 190 carî hêzên çekdar ên dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ji destpêka sala heyî agirbest binpê kir. Ev jî li gorî navenda belgekirina binpêkirin ve hat piştrast kirin."

Mistefa Ebdî wiha domand: "Di encama binpêkirinan de zêdetirî 14 kes hatin kuştin di nav de zarok hene. Zêdetirî 100 kes birîndar bûn. Her wiha ziyanên cûda di mal û milkên sivîlan û zeviyên wan de çêbûn. Her wiha zêdetirî 18 saziyên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin."

BANDORA ABORÎ YA RASTERAST

Ji bilî bandora leşkerî ya ku tê texmînkirin, bandora ku bi awayekî rasterast li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû heye. Tenê çend saet derbas bûn ku Moskov ragihand ku hêzên wê dest bi operasyona taybet li Ukraynayê kir, buhayên kelûpelan di sûkan de bilind bû. Paşê ev yek pêşket û hinek made di nav sûkan de kêm bûn bi taybet zeyta gulberojan.

Têkildarî mijarê Mistefa Ebdî ev tişt anî ziman: "Şerê li Ukraynayê bandor li tevahî cîhanê kir û ew jî bi rêya cezayên ku li ser Moskovê hatine ferzkirin yan jî yên ku Moskov ferz kirine. Vê yekê bandor li buhayan, peydkirina madeyên xam, sotemenî, gaz û kelûpelên xwarinê kir. Di sûkên cîhanî de zehmetiyek di peydakirina gelek madeyan de, çêbû."

Ebdî wiha pê de çû: "Zirara mezin li ser dewlet û welatên paşketî bû ku tevlîhevî û şer li wan heye mîna Sûriyê ku ji ber aloziyên komkirî zehmetiyan dibîne."

Der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Ebdî wiha axivî: "Şerê li Ukraynayê bandor li herêmên Rêveberiya Xweser kir ku berê ji gelek aliyan ve (hikumeta Şamê û Tirkiye) ve hatiye dorpêçkirin. Korîdorên mirovahiyê girtine, nahêlin madeyên xwarinê, sotemenî û derman derbasî herêmê bibin. Ji ber wê bihabûn çêbû û gelek made di nav sûkan de kêm bûn."

Ebdî di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Herêma Rêveberiya Xweser ji alîkariyên navneteweyî bê par e. Dema ku hezar û 60 kamyonên madeyên alîkariyê ber bi herêma Idlibê ve hatin şandin tu kamyon negihaştin herêma Rêveberiya Xweser ku di nava rewşên mirovî yên xirab de dijîn bi taybet bi hebûna nêzî milyon koçberan re ku di dehan kamp de dijîn."

Girêdayî rêbazê çareserkirina vê yekê Ebdî wiha axivî: "Girîng e ku Rêveberiya Xweser hewl bide ku buhayan kontrol bike û keysbazkirina bazirganan qedexe bike her wiha destekê bide berhemên herêmî, deynan bide cotkaran da ku berhemên herêmî zêde bike, bi awayekî asayî diyariyan bide wan, ji bo zêdebûna mûçeyan û dayîna qanûnên diyarkirina asta herî kêm a muçeyan dikare bixebite."

Rojnamevan Mistefa Ebdî di axaftina xwe de bal kişand ser pêşerojê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mirov nikare miqdarê bandor û guhertinê eşkere bike. Lê belê helbet dê encamên şer û binpêkirinên hêzên Rûsyayê hebe û dê berpirsên sûcên şer werin darizandin. Her wiha ji ber Rûsya dewleteke mezin e destê hêzên wê di binpêkirina mafên mirovan de hene."

(bx)

ANHA