Dîwarê îzolekirinê; projeya Tirkiyê ye, PDK û hikumeta Iraqê pêk tînin

Şêniyên Girkê Legê û Tirbespiyê gotin, lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de bi armanca têkibirina destkeftiyên gelan û qirkirina gelê Kurd pêk tê, PDK û dewleta Tirk li pey wê yekê ne.

Dîwarê îzolekirinê; projeya Tirkiyê ye, PDK û hikumeta Iraqê pêk tînin
15 nîsan, 2022   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de di navbera PDK`ê û Hikumeta Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî de li dijî îradeya civaka Şengalê peyman hat îmzekirin. Wê demê Êzîdiyan ew rêkeftin peyman wekî fermaneke nû di bin navê yasayê de bi nav kirin û ew peyman red kirin.

Di çarçoveya Peymana 9`ê Cotmeha 2020`an de bi hevkariya PDK'ê, di Adarê de artêşa Iraqê dest bi lêkirina dîwarekî bi dirêjahiya 250 km û bilindahiya 4 m kir.

Di vê derbarê de şêniyên navçeyên Girkê Legê û Tirbespiyê yên kantona Qamişlo gotin, armanca lêkirina wî dîwarî dorpêçkirina Şengalê ye û parçekirina Kurdistanê ye ku beriya niha bi Peymana Sykes-Picot hatiye parçekirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Zekî Oso ji gundê Etebe yê navçeya Tirbespiyê ye, diyar kir ku lêkirina dîwar berdewamiya Peymana PDK`ê û hikumeta Bexdayê ye û armanca wê derbekirina destkeftiyên gelê Kurd e.

Mihemed Osê derbarê xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re jî got: "Ne cara yekê ye ku PDK`ê bi dewleta Tirk re di lêkirina dîwar de hevkariyê dike, beriya niha jî her du aliyan bi hev re plana êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê danîn û xendek li ser sînorê Rojava û Başûr kolandin. Ev kiryar xizmeta doza Kurdî nakin, tenê xizmeta berjewendiyên PDK`ê dike, ev yek berdewamiya mêtîngeriya li ser Kurdistanê ye."

Ji aliyê xwe ve welatiyê ji pêkhateya Ereb, Muhened EL-Hebîb ê ji gundê Bizona teqez kir ku armanca lêkirina dîwar, parçekirina gelan û têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ye.

Muhemed El-Hebîb diyar kir ku tu pêwîstiya lêkirina dîwar tune ji ber ku çend salan li ser sînor tu alozî derneketiye.

Şêniyê bi navê Elî Remo yê ji Tirbespiyê jî got: "Ji berê ve mêtîngeran Kurdistan parçe kir. PDK jî niha wan peymanên li dijî Kurd û pêkhateyên herêmê bi cih tîne.”

PLANEKE QIRÊJ E

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran li navçeya Girkê Legê Şewket Mislim jî diyar kir ku lêkirina dîwar planeke qirêj e di navbera PDK`ê û hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de û got: ”Em dixwazin yekîtiya xwe ava bikin, dijmin jî dixwaze me parçe dike.

Şewket Mislim fermana 3`ê Tebaxa 2014`an bi bîr xist û got, gelê Rojava alîkariya xelkê Şengalê kir û ew bi ewle kirin û wiha domand: “Ji ber wê lêkirina dîwar, me ji hev parçe dike, bi rêya qirkirina civaka Êzîdî dixwazin dawî li çanda Kurdî bînin.”

Mislim di dawiya axaftina xwe de bang li Kurdan kir ku li dijî komployan yekîtiya xwe ava bikin.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Subhî Ehmed jî diyar kir ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ji bo fetisandina gelê Kurd û dorpêçkirina Şengal û Rojava ye û got: "PDK û hikumeta Iraqê nikarin daxwazên Tirkiyê red bikin. Ji ber wê weke Tirkiyê dîwar di navbera Rojava û Bakur de lêkir, ew jî dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê dikin.”

Ehmed îşaret pê kir ku lêkirina dîwar yek ji planên dewleta Tirk e, PDK`ê û hikumeta Iraqê wê planê pêk tînin û dixwazin Kurdan parçe bikin.

(şt)

ANHA