Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê ambargoya hikumeta Şamê ferz kiriye şermezar kirin û banga rakirina bendên kontrolê yên li ser rêya di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê de kirin, bi taybet bendên "Firqeya 4`an".

Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
Şêniyên herêma Efrînê siyasetên hikumeta Şamê şermezar kirin
15 nîsan, 2022   11:07
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li navçeya Ehdas li ser rêya di navbera kantona Şehbayê û bajarê Helebê de kom bûn û li dijî siyaseta hikumeta Şamê û dorpêçkirina gelê kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Em banga rakirina bendên kontrolê yên Firqeya 4`an û bidawîkirina dorpêçê dikin” rakirin.

Şêniyan kiryarên hikumetê şermezar kirin û gotin, divê hikumeta Şamê ji ber kiryarên xwe û dorpêçkirina gelê Sûriyê, ji xwe şerm bike.

Xwepêşandêr li benda kontrolê ya "ewlehiya dewletê" sekinîn. Leşkerên hikumeta Şamê yên li benda kontrolê çekên sivik rakiribûn. Li wir bi zimanê kurdî û erebî ji bo raya giştî daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navên kantonên Şehba û Efrînê cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa û endama Meclisa Kantona Efrînê Leyla Heftaro daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Aloziya Sûriyê 11 sal li pey xwe hiştin, lê hîna jî rejîma Sûriyê di çareseriya leşkerî de israr dike û siyaseta ambargoyê berdewam dike. Bi wê yekê armanc dike sivîlan birçî bike.

Ji beriya 4 salan ve û heta roja îro hikumeta Şamê wê siyasetê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne, ku zêdetirî 200 hezar sivîl li her du taxan dijîn. Her wiha li ser herêmên Şehbayê ku bi sed hezaran koşberên Efrînê û herêmên Şehbayê yên dagirkirî lê hene.

Em Meclisa Kantonên Efrîn û Şehbayê dorpêçkirina li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li ser herêmên Şehbayê şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mafên microvan û saziyên kar û barên penaberan dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin, da ku ambargoyê rake. Her wiha em bang dikin ku berê xwe bidin herêmên Şehbayê da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî koçberan belge bikin. "

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dê gelê li kantona Şehbayê ruxmî zor û zehmetiyan jî heta rizgarkirina Efrîn û herêmên Şehbayê yên dagikirî li ber xwe bide.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ambargoya li ser taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê û herêmên Şehbayê rake, çûn û hatin û veguhestina madeyên xwarinê, derman, sotemenî û ard ji bo taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê were hêsan kirin, û bendên kontrolê yên Firqeya 4`an yên li ser hemû rêyên diçin Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê werin rakirin.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana şêniyên Efrîn, Şehba, Şêxemqsûd û Eşrefiyê bi daw bû.

(eh)

ANHA