‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’

Ciwanên Şoreşger ên Hesekê da zanîn ku ew ê li hember hemû siyaset û planên rejîmên dixwazin vînga gelên Kurdistanê têk birin serî hildin.

‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’
‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’
‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’
‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’
‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’
‛Em li hember siyasetên dixwazin vîna gelên Kurdistanê têk bibin, serî hildidin’
13 nîsan, 2022   21:09
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê, meşeke meşaleyî ji bo şermezarkirina siyaseta hikumeta Şamê û ferzkirina ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de ji hêla hikumeta Iraqê ve û ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, li dar xist.

Meş ji çerxerêya El-Kenîsa ya li taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi çerxrêya Cûda ya li taxa Kelasê ve çû. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, ala ciwanên şoreşger, mişele hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk re her wiha dirûşemeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Cûdî veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama tevgerê Jînda Elî û ji rêveberên tevgerê Qehreman Hesekê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanc ji ambargoya ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê, avakirina dîwarê di navbera qezaya Şengalê û Rojava de ji hêla hikumeta Kazimî ve ku îradeya gelên Kurdistanê têk bibin.

Her wiha hate diyarkirin ku her çiqas rejîmên desthilatdar wan siyasetan bikar bînin, dê nikaribin îradeya gelên Kurdistanê bişkînin, nasnameya Kurdî tune bikin.

Di dawiyê de hate teqezkirin ku armanc û fikrên wan yek e ji ber ew şopdarên felsefe û îdiyolojiya rêber Ocalan in, dê li hember hemû siyaset û komployên ku dixwazin îradeya gelên Kurdistanê têk bikin bisekinin û dê çalakiyên xwe di qadên azadiyê de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bikin.

(bx)

ANHA