Hilbijartinên Lubnanê di navbera pêkanîn û paşxistinê de

Di nava nakokî û pirsgirêka siyasî de gelê Lubnanê li benda pêkanîna hilbijartinan e. Serokê hikumetê Necîb Mîqatî jî da zanîn ku hewldan hene ku Lubnan bi pêş nekeve, bi taybet piştî Şoreşa Tişrînê ya li dijî gendeliyê. Gelo astengî û xetere çi ne?

Hilbijartinên Lubnanê di navbera pêkanîn û paşxistinê de
14 nîsan, 2022   06:33
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Diyar e rapora der barê dema pêkanîna hilbijartinan a sala borî de ne garantî ye ji bo pêkanîna planê ye.

Lubnan welateke ku bandorê li guhertinên xwecih, herêmî û navneteweyî dike, hemû senaryo li ber çavan e, bi taybet di kêliyên dawiyê de.

Gelê Lubnanê bi guman li bende 15’ê Gulanê ye ka dê hilbijartinên parlamentoyê bê astengî pêk bên an na. Metirsî heye ku ezmûnên berê dubare bibin.

Hizbullah ku hêza herî mezin e, li Lubnanê ji gumanbarên sereke ye ku dikare hilbijartinan bi paş bixe.

Gumanek di cihê xwe de ye, ji ber ku ew dikare, lê rêkberan ji bîr kirin ku Hizbullah dixwaze di zûtirîn demê de hilbijartin pêk bê da ku bawerî ji gel bi dest bixe, wekî serokê Hizbullah Hesen Nesrulah got.

Di vê derbarê de rojnamevanê Lubnanî Îmad El-Şedyaq ji ajansa me re got, bawer dike ku dê hilbijartin di dema xwe de pêk bên, kes nikare daxwaza paşxistina wê bike, ji ber ku Hizbullah naxwaze hilbijartin bi paş bikeve, Hizbullah dê sûdmendê herî mezin be ji van hilbijartinan.

Şîrovekar jî dibêjin tu alî wek ‘Teyar El Wetenî El Hur’ naxwaze hilbijartin bi paş bikeve, ji ber ku paşketina hilbijartinan sûdê dide wê, ji ber ku wê piştî şoreşa 17’ê Cotmeha 2019’an ziyaneke mezin dît.

Li gorî rapirsînan, Teyar El-Wetenî dê beşek ji para xwe ya li nava parlamentoyê ji dest bide, ew bi xwe di hilbijartinên 2018’an de jî ziyan dît, bi taybet zavayê serokê Lubnanê Mîşel Ewn ‘Şamil Rokiz’.

Beriya niha serokê hikumeta Lubnanê gotibû ku hilbijartin pêkanîna daxwazên gel ên ku serî hildan e, tekez kiribû jî ku hin hewildan hene ku rê li ber pêşketina Lubnanê bê girtin û wê di vê pêvajoyê de bihêlin.

MIADELEYA SERKEFTIN Û BINKEFTINÊ

Hêzên Lubnanê di nava dilgiraniyê de ne, ka dê kî bi ser bikeve û kî bi bin bikeve û parlamentoya nû bê avakirin.

Di heman demê de Teyar El-Misteqbel bi serokatiya Seed El-Herîrî naxwaze beşdarî hilbijartinan bibe.

Rojnamevanê Lubnanî Îmad El-Şedyaq dibêje Hizbullah û hevalbendên wê dixwazin piraniya kursiyê parlemantoyê bi dest bixin, bi wê yekê dê 4 salan rêveberiya Lubnanê bikin.

El Şedyaq ev tişt jî anî ziman: Nayê zanîn ka dê çi bi banka navneteweyî di dosya xêzkirina sînor û penaberên Sûrî de, danûstandinên bi civaka navneteweyî û welatên alîkar. Ev hemû dê ji bo îradeya Hizbullah vê pirsê bînin ziman, wê piranî li kuderê be?

Rojnamevanê Lubnanî Îmad El-Şedyaq di dawiyê de got: piranî dê ji bo Hizbullah be, lê divê kî serokatiya hikûmetê piştî hilbijartinan bike, her wiha piştî wê bi çend mehan serokatiya Lubnanê, heta niha nayê naskirin li şûna El-Ewn kî heye

BOYKOTKIRINA ‘MUSTEQBEL’ PÊŞBIRKA JI BO DAGIRTINA VALAHIYÊ YE

El-Sune li Lubnanê di pêvajoyeke valatî re ku ya herî xirab e, derbas dibin. Ev jî dê bandorê li hilbijartinên bê, bike. Boykotkirina ji "Şepêla El-Musteqbel" re kaxez bi awayekî nişka ve tevlî hev kir ku hevalbendên Hizbullah ev yek texmîn ne dikir.

Li gorî texmînan ku Hizbullah di nava nerazîbûna partiyên li aliyê din de dê bikeve nava civaka sunnî de bi taybet El-Qiwat El-Lubnaniye bi pêşengia Semîr Ceceh ku bi şerê zêdebûna xirstiyanî, şikenandina serweriya li ser serokê Şepêla El-Wetenî El-Hur Ewin û zavayê wî Cubran Basîl û Hizbullah re, mijûl e. Di vî şerî de bi awayekî sereke destekê dide piştgiriya derve, paşê Hevalbendiya bi Hizb El-Teqedumî El-Iştîrakî bi serkêşiya Welîd Cenbulat. Ji ber her du zilam li ser qutkirina rê li pêşiya Ewin, Basîl û Hizbullah di hilbijartinên parlemento û serokatiyê de, li hev erê kirin.

Têkildarî encamên nerazîbûna Şepêla Pêşerojê ji bo beşdarbûna di hilbijartinên bê de rojnamevan Îmad El-Şidiyaq wiha axivî: "Bê guman Şepêla El-Musteqbel valatiyeke mezin hiştiye bi taybet di qada sunî de. Jinûve kaxez tevlî hev kir. Dibe ku şopandina lîsteyan di her 15 dayîreyan de diyar bibe ku hevkarên Hizbullah ber bi çinîna nîvê kursiyên sunî ve yan kêmtir yan jî zêdetir, diçin."

El-Şidiyaq wiha domand: "Helbet ev yek dê tevlîheviyekê di avakirina niştîmanî ya lubnanî de çêke. Ji ber suna hevkara welate û bi vê bidawî bû ku ev yek dê rê li pêşiya kesayeta sunî bi taybet Serokê Şepêla El-Musteqbel Sead El-Herîr bigre ji ber ew yekane serokê mezheba sunî li Lubnanê ye û ji ber ev doz bidawî bû û deriyê wê hate girtin."

Der barê guhertinên ku dibe di encamên hilbijartinan de balkêş be El-Şidiyaq ev tişt anî ziman: "Li gorî nêrîna min ku zêdetirî kesên ku di komeleya projeyên xeyrî de ku navê El-Ehbaş li wan hatiye kirin dê serkeftî bin. Koma niyabî ji 3 – 5 parlementeran pêk tê. Koma sunî ya yekane ku li qadê hevgirtî ye. Dibe ku di hilbijartinan de serokên nû ji Beyrtûê weke Fûad El-Mexzûmî, derkevin."

Ev yek dê di rojên pêş de rewşa Lubnanê be. Bi sernavekî ku dibe ecêb û pêkenok be. Koma ku dikare hilbijartinan paşde bixe lê tu berjewendiya wê di vê yekê de tune ye. komeke din jî ku paşdexistin li gorî berjewendiya wê ye lê tu derfet di destê wê de tune ye.

(şt-bx)

ANHA