​​​​​​​Serçeteykî DAIŞ’ê li rojhilata Reqa hate girtin

Yekîneyên Taybet ên QSD’ê serçeteyekî herêmî yê çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Kerame yê rojhilatê Reqayê girt.

​​​​​​​Serçeteykî DAIŞ’ê li rojhilata Reqa hate girtin
13 nîsan, 2022   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Operasyon bi destekdayîn û çavdêriya hewayî ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve pêk hat.

Serçeteyî herêmêî çek belav dikirin, teqemenîn li şaneyên rêxistina DAIŞ’ê yên li herêmên Reqa û gundewarên wê belav dikirin, her wiha çalakiya ewlehî bi rê ve dibir. Lê piştî çavdêriya çend rojan û komkirina agahiyan ew hate girtin.

Di dema lêgerîna li mala wî de, çek, alavên teknîkî û belgeyên li gel wî hatin desteserkirin."

ANHA