Bi boneya Çarşema Sor li Tirbespiyê semînerek hat dayîn

Nivîsgeha Yekitiya Jinên Êzidî li navçeya Tirbespiyê têkildarî Çarşema Sor semînerek organîze kir.

Bi boneya Çarşema Sor li Tirbespiyê semînerek hat dayîn
13 nîsan, 2022   11:48
QAMIŞLO

Bi boneya Çarşema Sor, Nivîsgeha Yekitiya Jinên Êzidî li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê semînerek organîze kir. Di semînerê de dîrok, wate û rê û resmên vê cejnê hatin şîrovekirin.

Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn û endama Koordînasyona Jinên Êzidî Hediye Şemo tê de axivî. Hediye Şemo anî ziman ku civata êzidî her sal cejna Çarşema Sor pîroz dike û wê wekî destpêka jiyanê û hatina biharê dibîne.

Hediye Şemo destnîşan kir ku hin pîvan û dabên kevn ên taybetî vê cejnê hene, wekî rawestandina cotkirina erd, ji ber ku piraniya giha û nebatan di vê mehê de dibişkuvin.

Di dawiya semînerê de hêkên rengandî li beşdaran hatin belavkirin ku ew jî nîşaneya xêr û bereketê ne.

(eh)

ANHA