Li bajarekî Tirkiyê welatiyekî efrînî hate revandin

MÎT`a Tirk li bajarê Kayserî yê Tirkiyê welatiyekî ji şêniyên navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revand.

Li bajarekî Tirkiyê welatiyekî efrînî hate revandin
13 nîsan, 2022   11:09
ŞEHBA

Li gorî agahiyên çavkaniyan dane, leşker û îstixbarata Tirk (MÎT) di 23`yê Adara borî de bi ser mala Mistefa Hisên Casim (59) de girt ku ji şêniyên gundê Qere Baba yê navçeya Raco ya Efrînê ye û li bajarê Kayserî yê Tirkiyê bi cih bûbû.

Mistefa Hisên Casim bi bihaneya ku peywendiyê bi birayên xwe yên li Şehbayê re datîne, hat revandin.

Casim sala 2015`an tevî malbata xwe ji bo kar berê xwe dabû Tirkiyê û ji dema revandinê ve aqûbeta wî ne diyar e.

(cx)

ANHA