HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin ku bi asta fermandariyê pêşengî ji şoreşê re kirin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin."

HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
13 nîsan, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa dewleta Tirk a dagirker sala 2020'î xwest ji Bakur heta Başûr cografya Kurdistanê bike qada şer û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tasfiye bike. Artêşa Tirk a qirker ku bi tasfiyekirina gerîla xwest destketiyên gelê me ji holê rake, li îradeya ji pola ya Gerîlayên Kurdistanê ket. Bi saya berxwedana gerîla, dijminê mêtinger qirker nekarî bigihêje armanca xwe. Şehîdên me yên leheng bi bawerî û fedakariyeke mezin ji pêvajoya şerê giran re pêşengî kirin û pêşketin afirandin. Lewma afirînerên hêviya şoreşê ya heyî, şehîdên me yên leheng in. Hevrêyên me Delîla, Mawa û Cesûr jî sala 2020'î pêşengî ji şerê me yê rûmetê re kir ku li dijî artêşa dewleta Tirk a faşîst hate meşandin û şehîd bûn. Van hevrêyên me bi baweriyeke mezin dest bi meşa şoreşê kirin û di asta fermandariyê de pêşengî ji vê meşê re kirin. Em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Delîla Argeş

Nav paşnav: Pelda Încî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Nîlufer-Sedat

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Hezîrana 2020 / Gabar

Nasnav: Mawa Tolhildan

Nav paşnav: Hamza Yildirim

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Mahfîze-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2020 / Kato Jîrk

Nasnav: Cesûr Rojhilat

Nav paşnav: Ferşît Îsazade

Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye

Dayik-Bav: Medîne - Xorşît

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2020 / Xakurkê