Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li Qamişloyê didome

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê ku bi beşdariya Odeya Pîşesaziyê ya Qamişloyê dest pê kiriye, didome. Îro dê Herêma Sînaa were paqijkirin.

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê li Qamişloyê didome
12 nîsan, 2022   09:34
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwediyên dikanên pîşesaziyê îro beşdarî hemleya paqijiyê bûn.

Di van 2 rojên derbasbûyî de hemle li Herêma Sînaa ya li rojhilatê Qamişloyê dewam kir.

Hemle di roja xwe ya sêyemîn de didome û îro li herêma Sînaa ji Çerxerêya Şehîd Yasir Xanîka heta kargehên herêmê dest pê kir.

Berî ku dest bi paqijiyê bikin, endamên TEV-DEM`ê mask li ser beşdaran belav kirin.

Armanca hemleyê kêmkirina qirêjiya hawîrdorê û pêkanîna çanda paqijiyê di nava civakê de ye.

Tevgera Civaka Demokratîk di 28'ê Adarê de dest bi hemleyê kiribû û heta 28'ê vê mehê dê dewam dike.

(dx)

ANHA