Li Reqayê bermahiyên DAIŞ`ê hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Reqayê gelek bermahiyên DAIŞ`ê bê bandor kirin.

Li Reqayê bermahiyên DAIŞ`ê hatin bêbandorkirin
12 nîsan, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariyê duh li gundewarê Reqayê gelek bermahiyên DAIŞ`ê bê bandor kirin.

Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de got: “Li ser agahiya şêniyan ku li gundê Dehlê yê Reqayên cismên xerîb hene, hêzên me û tîma endezeyê bi lez çûn cihê navborî û dest bi lêkolînê kir û herêm dorpêç kir.

Her wiha tîma endezeyê cismên ku bermahiyên DAIŞ`ê ne, bê bandor kirin beyî ku zirar çêbibe.

Em bang li şêniyan dikin ku der barê bûyerên wiha de agahî bidin navendên me yên herî nêz.."

(şx)

ANHA